Lîstikavan Derya Alabora: Huner muxalîf e 2018-05-13 09:07:09   Evrîm Kepenek   STENBOL - Lîstikvan Derya Alabora diyar kir huner li gor xwezaya xwe muxalîf e û divê mirov fikrên xwe bi awayekî azad bînin ziman û wiha got: “Jin dema rastî tacîzê tên şerm dikin. Şîdeta herî mezin şermkirina jinan e. Pergal vê rewşê diafirîne. Tişta hewcedariya me pê heye hezkirine.”   Lîstikavan Derya Alabora bi qasî girîngiyê dide mafê mirovan, mafên sewalan jî tîne rojevê.  Deryayê di fîlmên wekê Salim Hanimin Taneleri, Yengeç Sepetî, Ademîn Trenlerî’ de jî karekterên ku nayên jibîrkirin lîstiye û di fîlmê Masumiyet de jî kakektera seksê Ugur lîstiye.   Me bi Derya Alabora re hevdîtinek pêk anî.  Mixabin sezona şanoya li Stenbolê bê girtin jî lîstika wê ya Beyaz ya ew û Denîz Çakir dilîzin li Enqereyê tê lîstin.   *Îro Roja Dayikan e, em balê bikşînin ser têkiliya we ya bi dayik û zaroka re, hunê çi bêjin?   Ez gelek girêdayê dayik û zarokê xwe me. Belê ez zêde girêdayê dayika xwe me. Ez pir diparêzim.  Zaroka xwe jî bi heman awayî. Tiştekî ecibe , parçeyek ji bedena mirovan derdikeve û mirov bi wê ve girêdayî dimîne. Ez hewl didim bi hezkirinê nefetisînim. Ew mirovan bêhiş dike.  Dema mirov dibin dayik zaroka mirov li aliyekî cîhan li aliyekê ye.    *Têkiliya we ya bi hunerê re…   Huner tişta ku jiyana min tije dike ye. Ez carna difikirim gelo ez nebûma lîstikvan ez ê bibûma çi.  Ez tiştekî nakim şûna wê.  Di alî performansê de jî gelek mirovan diwestîne. Carna hestên pir kûr çêdibin bi min re. Mînak di lîstika me ya vê sezonê de Beyaz de ev rewş heye. Ez ji du xwikên ku dayika wan miriye, yekê dilîzim. Karekterekî zehmet e.   * Masumiyet fîlmekî girînge, Hun çi difikirin?   Belê wisa ye. hem di alî Tirkiyeyê de û hem jî di alî sînemaya Tirkiyeyê de fîlmekî girîng e. Bifikirin jinek evîndarê mêrekî û ji bo li pey wî mêrî biçe bedena xwe difroşe. Masumiyet  ji bo min nokteyek girîng bû.   *Hun xwe çawa ji bo karekteran amade dikin?   Divê metn bi karekter bê pêş min. yanî ez behsa vê dikim dema metn tê nivîsin divê karekter bê fikirîn. Ji ber her lîstikvan heman karekterî cuda şîrove dike. Mînak hunermend Meryl Streep ji ziman derdikeve rê. Ji bo mirov karekter fêm bikin ziman pir girînge.   *We bi karekterê xwe yê Beyaz re çawa têkilî danî? Hezkiriyên hunerê dikarin li ku Beyaz temaşe bikin?    Serdema lîstikê ya li Stenbolê hat girtin. Lê dikarin li Konya û Enqereyê temaşe bikin.  Di serdema pêş de wê dîsa dest pê bike. Karekterê wir wisa ye. Her kes di jiyana xwe de rastî hinek rewşan tê. Yanî rewşê pê re dixwazin bên rû hev. Ew karekter jî hinek wisa ye. Tirs û bê baweriyên wê hene. di vî alî de dişibe min lê ew lingê xwe nade erdê. Ez her tim hişê xwe bi kar tînim.  Girîngiyê didim hestên xwe jî.    *Rêzefîlmê we yê 'Şaşifelek Çikmazi' rastiya civakê vedigot.   Di demên dawî de hesta rastiyê di rêzefîlman de di plana dawî de dimîne. Lê tiştekî wisa jî heye. Li her derê cîhanê çîrok di eniya pêş de ye. Rêzefîlm her tiştî jiyanê venabêje. Shakespeare gelek baş bi ser ketiye. Karekterên kûr afirandiye. Ancax wisa dikare bibe.   *Hun lîstikvanên ciwan çawa dibînin?   Yên pir jîr jî hene. yên karaset jî hene. Ez ji lîstikvaniya Merve Dîzdar gelek bi bandor bûm.  Merve ji bedena xwe derketibû ketibû rihekî din.  Nîhal jî lîstikvanek serkeftî ye.    *Hun der barê pirsgirêkên lîstikvanan de çi dikarin bêjin?   Divê mafê me hebe lê tune. Lîstikvan di çareserkirina pirsgirêkên sendîkayê de dikarin bi bandortir bin. Dîzî bi saetên dirêj tên kişandin. Wek fîlmê sînemayê tê kişandin. Ev mirovan diwestîne. Kî di rêzefîlmekî de dixebite pêvajoyek zehmet dijî.   *Mijara huner û azadiyê tê nîqaşkirin…   Divê huner di hawirek azad de be. Ji ber tiştekî muxalîf e. Divê mirov jî fikrên xwe bi awayekî azad vebêjin. Divê lîstikvan pirtir piştevaniyê nîşan bidin. Tişta hewcedariya me pê heye hezkirin e.   *Hun xwe li ku azad hîs dikin?   Ez li kolanê, malê û sahneyê azad im. Ez tiştekî pir bixwazim li wir azad im.   *Hun çawa li tevgera meto dinêrin?   Şîdeta li ser jinê di her sektorê de hey. Dibêjin ‘ vî karî bikin ezê  vê bidim te’.Ev li hember jinan pêk tê. Jin hîna wek alava dan û standinê tê dîtin. Mirov carna ji bo bên hinek cihan dikevin van şaşiyan. Pêkanîna vê ne, daxwazkirina vê pirsgirêk e. Pergal vê dike. Li gorî min ev tevgerek girîng e. Jin dema rastî tacîzê tên şerm dikin. Şîdeta herî mezin şermkirina jina ye. Pergal vê rewşê diafirîne. Tişta hewcedariya me pê heye hezkirin e.