‘Setên ku wek kahweyan bû jinan guhert’ 2018-05-12 09:09:43   AMED - Damezrînera Kooperatîfa Jinan a Fîlmmor Melek Ozman cihê jinan a di sînemayê de ku çawa hatiye qezenckirin wiha vegot: “Set wek kahweyan bû. Jin neçar diman wek mêran biaxivin û şêwaza mêran her tim belav dibû. Lê jin sektora sînemayê ji hilberînê bigire heta ziman û prodoksiyonê diguhere.”   Damezrînera Koperatîfa Jinan a Fîlmmor Melek Ozman destnîşan kir ku wek her qadê jin êdî di sînemayê de jî rastî newekheviyan tên. Melekê hem nexwekheviyên tên jiyîn û hem jî destkeftiyên hatine bidestxistin vegot.   Melekê daxuyakirin ku jin bi hezar salane li dijî zîhniyeta serdest a mêr têdikoşin û got di sînemayê de jî jin tenê bi pirsgirêkên jinan re eleqeder nabin. Melekê got her mijar jinan eleqeder dike û dikarin di her mijarê de fîlman çê bikin û wiha pê de çû: “Derbarê mijara jinê de çêkirina fîlman ne sînorkirin e tercîhek e. Mêr çîrokên jinan bi rastiya wê nîşan nadin.”   ‘Li Tirkiyeyê jî li dijî tacîzê hewldanên me yên kampanyayê hene’   Melekê destnîşan kir ku di sektora sînemayê de rêxistinbûyina jinê li gorî berê zêde bûye û jinan bi kampanyayên wekî ‘me too’ û ‘tîmesup’ tacîza di sektorê de îfşa kirine û got van kampanyayan piştgiriyên mezin dîtine.   ‘Sînema sektora serdest a mêr e’   Melekê ev tişt anî ziman: “Sînema hunerek ku mêr bi bi zimanekî mêranî îcra dike ye. Di esasê xwe de di salên ewil ên sînemayê de jinan gelek tişt hildiberandin û piştî hêza aborî û polîtîka sînemayê tê ferqkirin jinan ji derveyê sektorê dihêlin. Bi nifşê 68’an re bi femîzmê re zimanê rexnegir ê femînîzmê berê xwe daye sînemayê jî. Femînîstan avabûna sînemayê guhert.”   ‘Mêr pere û kursiyê parve nakin’   Melekê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku mêr naxwazin pere û kursiyan bi jinan re parve bikin û derhêner û fîlmçêkerên jin piştgiriyê nabînin. Melekê anî ziman ku setên sînemayê berê wek kahweyan bûne û got: “Jin neçar diman wek mêran biaxivin. Divê di alî şêwazê de mêr her tim bên hişyarkirin. Lê niha setên fîlmçêkerên jin gelek cuda ye. Em wek jin sektora sînemayê ji hilberînê bigire heta ziman, heta produksiyonê her aliyê wê diguherin.”