Ji Mîhrîcana Şanoya Amedê re hindik ma 2018-04-28 10:23:55   AMED - Ji bo 6'emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê dê ji Stenbol, Wan, Silêmanî, Kerkuk û Mehabadê komên şanoyê werin û lîstikên xwe pêşkeş bikin.    Ji 6'emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê re hindik ma. Mîhrîcana ku dê bi dirûşma "Ji xeyalan ber bi azadiyê ve" pêk were dê di 4-13'ê Gulanê de dest pê bike. Ji bo 6'emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê dê ji Stenbol, Wan, Silêmanî, Kerkuk û Mehabadê komên şanoyê werin û lîstikên xwe pêşkeş bikin. Di mîhrîcanê de gotibêjên "Di salên 80'î de Şanoya Başûrê Kurdistanê", "Tecrubeya Medreseya Şano û Dika Seyyar" û "Di Hunerê de Azadî" bên kirin.    Lîstikên dê li Du Çem û Şanoya Bajarê Amedê bên lîstin    Di Mîhrîcana Şanoyê de di heman demê de xebata atolyeya Pinar Akkuzu ya "Lêkolînên Lîstika Maskeyê-Li ser dikê helbestî" dê bê çêkirin.    Dê lîstikên mîhrîcanê li Şanoya Bajarê Amedê û li Du Çemê bê lîstin. Her wiha mîhrîcan dê bi konsera Rojhilat MA ya li Pale Hunerê bi dawî bibe.