Reng û keda jinan bi tuvalan anî cem hev 2018-04-08 09:09:51   MELETÎ - Halîse Ozdemîr bi wêneyên xwe yên boyaxa run yên jinan esas digire hem hunera xwe dike û hem jî debara xwe dike. Halîse ji ber reng û keda jinê bi tuvalan re aniye cem hev gelek kêfxweş e.   Halîse Ozdemîr ya 28 salî ku bi wêneyên çêkiriye azadiya ruhê jinê, bûyerên civakî û jiyanên cuda xêz dike, dibêje: “Jin afrînera çand û hunerê ye. Divê jin jiyan û xeyalên xwe binivîsin, xêz bikin. Ez bi firotina wêneyên xwe pewerda xwe didomînim. Ez xwendekarek dayika sê zarokan me. Ez Beşa Xizmetên Civakî ya Zanîngeha Înonu dixwînim.  Ji bo min çêkirina wêneyan, li pêş perwerde û zarokên min ne asteng e.”   ‘Wêne hêviye, jiyane’   Halîseyê destnîşan kir ku hunera wêneyan ji bo wê taybet e û ev tişt anî ziman: “Ez ji zarokatiya xwe de ji wênexêziyê hez dikim. Di demên vala de ez her tiştî xêz dikim. Ez tevlî qursan bûm. Ez li van deran teknîkên nû hîn bûm. Di nava demê de min xwe pêş xist. Wêne ji bo min hêvî û jiyan e.”   Halîseyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku jin hilberîner û afrîner e û got : “Ked pîroz e. Divê jin xwe di her qadê de pêş bixînin.  Hun dikarin hema niha pênûs û firçeyekê bigirin destê xwe û tiştan xêz bikin.  Tu car dest ji hilberînê bernedin.”