'Tu tişt wek xuya dike nîne' 2018-04-07 09:09:13   Evrîm Kepenek   STENBOL - Pirtûka bi navê ‘Li Pişta Wê Selika Wê Ji Bafrayê Heta Hopayê Li Behra Reş Rewşa Jinê’ ya ji aliyê Emek Yildirim û Ozlem Şendenîz ve hatiye amadekirin,  peyama ‘tu tişt wek xuya dike nîne’ dide û ji aliyê xwendevanan ve jî eleqeyek mezin dibîne.   Pirtûka bi navê 'Li Pişta Wê Selika Wê Ji Bafrayê Heta Hopayê Li Behra Reş Rewşa Jinê' ya ji aliyê weşanên Phonenîx ve hatiye weşandin ji aliyê Emek Yildirim û Ozlem Şendenîz ve hatiye amadekirin. Pirtûk ji aliyê her kesî ve rastî eleqeyek mezin hat.   Ligel vê pirtûkê peyama ‘Tu tişt wek xuya dike nîne’ dide xwendevanan û ji bo Behrareş ji tiştên derbarê wê de tê vegotin wêdetir watedar bike, deriyekî vedike.   Pirtûk bi nivîsa ser navê ‘Çi bûye bi jina Behrareş?’  dest pê dike û ji 440 rupelî pêk tê. Nivîsek Nîlufer Taşkin jî derbarê jinên Behrareş de cih digire. Nivîsên rojnamger Evrîm Kepenek ên di Gazate Şujinê de ku bi KHK’ê hat girtin jî di pirtûkê de cih girtin. Yek ji nivîseke din a balê dikişîne jî ya Îlhan Zeynep Karakiliç e.    Nêrînek cuda   Ozlem Şendenîz diyar kir ku ji bo nêrînek cuda bibînin ketine vê hewldanê û got: “Tu tişt ne wek tê dîtine ye. Hele jî ji dûr ve, dîtina motîfekê. Ji ber vê jî me xwest em ji nêz ve li jinên Behrareş binêrin.”   Emek Yildirim jî  destnîşan kir ku ew jî wek Ozlemê li Behrareş dijî û got wê pergala serdest a mêr a li Behrareş ji nêz ve dîtiye û got ew jî parçeyek ji rewşa jinên Behrareş in.