Di kilamên Fadîleyê de berxwedana Efrînê 2018-04-07 09:03:57   Aynur Înedî   ŞIRNEX - Dengbêj Fadîle Aydiş di kilamên xwe de tiştên ku gelê Kurd dijî, vedibêje û tiştên di biçûkatiya xwe de ji pîra xwe hîn bûye bi xwe re aniye heta roja îro. Fadîleyê di rojên dawî de êrîşên TSK û komên girêdayî wê yên li hember Efrînê wekî mijar ji xwe re hildibijêre.   Dengbêjiya di civaka Kurd de bi gotinî tê ziman, wek qêrîna dîrokê bi sedsalane ku xwe didomîne. Fadîle Aydiş a li Sîlopiya Şirnexê  dijî  bûyerên civakî yên gelê Kurd dijîn, di kilamên xwe de vedibêje û got tiştên hîn bûye ev 60 sale dide jiyîn. Fadîleyê niha jî êrîşên li dijî Efrînê wekî mijar digire dest.    ‘Min bi saya pîra xwe nirxa kilaman fêm kir’   Fadîleyê sedema destpêkirina kilaman wiha vegot: “Min serê xwe dida ser çonga pîra xwe û ew guhdar dikir. Min gotinên wê tu car ji bîr nekir. Di temenê biçûk de min bi gotinên pîra xwe nirxa kilaman fêm kir. Ji wê rojê şûnde min dest bi gotina kilaman kir. Dengbêjî kevneşopiya gelê Kurd e.”   Fadîleyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ji 7 saliya xwe şûnde bi kilamên pîra xwe mezin bûye û got bûyerên civakî yên wê demê jiyane bandorek mezin li ser wê kiriye û got: “Piştî komkujiya Ermeniyan, darvekirina Şêx Saîd ez pir bi bandor bûm. Niha ez li ser Efrînê kilaman dibêjim.”