Jinên derketin ser dikê: Divê em zêdetir birêxistin bibin 2018-04-05 09:10:20   ÎZMÎR - Jinên di Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Fîlmmor de li dijî gotinên zayendperest, derketin ser dikê gotin: “Desthilatdariyek  netewperest, zayendperest û nîjadperest neyarê hemû jina ye, divê jin xwe bi rêxistin bikin."    Jinên tevlî Mîhrîcana Fîlman a Jinan ya Fîlmmor a Gezîcî bûn, serokê TBMM’ê Îsmaîl Kahraman ku nehişt jin derkevin ser dika şanoyê, protesto kirin. Jinên piştî fîlmê ‘îşe yara bîr şey’ derketin ser dikê wiha gotin: "Desthilatdariyek  netewperest, zayendperest û nîjadperest neyarê hemû jina ye, divê jin xwe bi rêxistin bikin."    Qunçiknûs Ozlem G. diyar kir ku jin cuda tên dîtin, biçûk tên xistin û wiha pê de çû: “Di demên zextxwir de, di demên ku berê çekan li we be, di dema ku deng bi awayekî azad dernekeve, huner alavek pîroz a hebûnê ye û xwe îfadekirinê ye.  Ji ber vê divê jin hunera xwe bikin û derkevin ser dikê.”   ‘Ev bêtehemuliya li hemberî jinê ye’   Aktîvîsta Piştevaniya Mor Medîha Mulayîm jî destnîşan kir ku AKP ev 15 sale welat bi zîhniyeta mêr bi rêve dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê jin li her derê bibin yek û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji bilî têkoşînê rêyek din tuneye. Divê jin xwe berfirehî û zêdetir bi rêxistin bikin. Tiştên ku li dijî jinê tê jiyîn bêtehemuliya li hember jinê ye. Ev li dijî her kesî ji her siyasetê li dijî her jinê ye. Divê mêr newekheviyê neke navbera zayend, nîjad û ziman. Êrîşek netewperest nîjadperest mijara gotinê ye.”   ‘Jinê ji jiyanê dûr dixin’   Mamosteya teqawît bûye, Suna Yildiz bi lêv kir ku bi tunekirina jinê hemû civakê birîndar dikin û jin ne tenê ji ser dikê, ji jiyanê tê dûrxistin û got: “Ev rewşek bi xof e. Li cihê azadî tunebe jiyan jî tuneye.”   Zeynep Çalkişkan jî bertek nîşanî pêkanînên li hemberî jinê da û diyar kir ku  azadiya AKP  ji bo jinê pêşniyar dike bêîradebûn e.