Koma Helbestê ya Amedê ji bo 8'ê Adarê şeva helbestê li dar xist 2018-03-07 08:53:54   AMED - Koma Helbestê ya Amedê bi minasebeta 8’ê Adarê li Pale Hûnerê şeva helbestê li dar xist. Jinên ku tevlî şeva helbestê bûn bi cilên xwe yên gelêrî helbest xwendin.    Koma Helbestê ya Amedê bi minasebeta 8’ê Adarê li Pale Hûnerê şeva helbestê li dar xist. Jinên ku tevlî şeva helbestê bûn bi cilên xwe yên gelêrî helbest xwendin. Beriya xwendina helbestan Helbestkar Roza Metîna derbarê girîngî û wateya 8’ê Adarê de axivî.   Roza di serî de jinên ku li Efrînê têdikoşin slav kir û wiha behsa girîngiya 8’ê Adarê kir: “Di sala 1857’an de li Newyorkê li fabrîqayekê 40 hezar jin ji bo mafê xwe bi dest bixin dest bi greva birçîbûnê kirin. Lê polîsan êrîşî wan kirin derî li ser wan de kilît kirin û bi barîqetan dora fabrîqayê girtin û di fabrîqayê de agir derket. Di encama derketina agir de 129 jinî jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê yekê li Danîmarqayê Koma Jinan a Enteryonalîst kom dibin. Clara Zetkîn wek pêşniyar dibêje ku 8’ê Adarê bila her sal wekî Roja Jinên Cîhanê bê pîrozkirin. Lê piştî wê tê qebûl kirin. 8’ê Adarê li Tirkiyeyê jî di sala 1921’an de hat pîrozkirin û di  darbeya 12’ê Îlona 1980’an de jî çar salan hat qedexekirin. Lê belê piştî çar salan careke din hat pîrozkirin. Rengê jinê, dengê jinê bi pergala serdest a baviksalarî bi salan hat xwestin ku bê tunekirin. Lê belê dema mirov lê dinêre jinan gelek tiştên baş pêşkeşî mirovahiyê kiriye. Ji van mînakan hinek jê têkoşerên jinên wekî Mîna Qazî, Leyla Qasim, Leyla Bedirxan, Meryemxan, Gurbet Elî Ersoz, Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr e.   Helbestkar Încî Eqîd jî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji hemû jinên cihanê re pîroz kir  û piştre helbesta ku xwend di serî de diyarî jînê têkoşer ên li Efrînê têdikoşin û diyarî hemû jinan kir.   Piştre Rojnameger Gulîstan Korban axivî û wê jî anî ziman ku li Tirkiyeyê zextên li ser jinan gelek zêde bûne û wiha pê de çû: “Di serdema me ya niha de îktîdara AKP’ê gelek zordestî li jinan dike. Vê yekê jî di serî de bi rêya çapemeniyê, olê û civakê de dike. Zordestiya îktîdara AKP’ê  herî zêde jî di aliyê olê de ye. AKP olê weke amûrekê li dijî jinê bi kar tîne. Di demên dawiyê de hin mele dertên weaza didin û di weazên xwe de tînin ziman ku jinê çawa rabe û rûnê. Li ser bedena jinê, rihê jinê û hebûna jinê tê xwestin ku mêr bibin xwedî gotin. Ev jî ji ber îktîdaran derdikeve. Îktîdar rê nîşanî wan dide û ew jî wê rêyê bi vê hawî dimeşînin. Di vê serdemê de bi taybetî jin bi 8’ê Adarê re li rihê xwe, fikrên xwe û hebûna xwe xwedî derkevin. Ji ber ku 8’ê Adarê ji ber vê yekê girîng e. Her wiha divê jin ji vê rojê şûnde bêtir xwedî keda xwe derkevin.”   Jina bi navê Sultan Yaray jî 8’ê Adarê ji hemû jinan re pîroz kir û bi lêv kir ku di vê sedsala hanê de jin bi destê xwe hîn mafên xwe bi dest xistine û wiha got: “Lê belê dîsa jî jin di bin zor û zextan de ne û mafên jinan ji destê wan hatiye girtin. Hikûmeta tirk dixwaze bi amûrên xwe jinê bi rê ve bibe. Di vir de jî rola mezin dikeve ser milên jinan. Ji ber vê jî divê jin ji bo mafên xwe 8’ê Adarê de li qadan be.”   Panayir Çelîk jî wiha got: “Ez di serî de kesên ku jiyana xwe dest dane bejna xwe li ber wan ditewînim. Em îro bi saya felsefeyên Serok hatine vê rojê. Ji ber ku Serok bi felsefeyên xwe pêşiya jinê vekir û jinê hebûna xwe nas kir. Em hêvî dikin ku sedsala 21’an bibe berxwedana jinên Efrînê.”   Koma Helbestê ya Amedê helbestên jinan û helbestên ku ji bo jinan hatine nivîsandin xwendin. Piştî helbest xwendinê jinan bi lêxistina erbaneyê û bi gotina stranan dawî li şeva helbestê anîn.