Jinên dirûnkar: Di 8’ê Adarê de li dijî çewisandina kedê em ê li qadan bin 2018-03-04 09:02:34   Rojda Aydın   AMED - Jinên ku li navçeya Rêzan a Amedê dirûnkeriyê dikin diyar kirin ku ew ê li hemberi çewısandina keda jinan di 8’ê Adarê de li qadan bin.     Jinên ku li navçeya Rêzan a Amedê dirûnkeriyê dikin û dixebitin diyar kirin ku ji bo keda wan bê dîtin têdikoşin. Jinên dirûnkar dan zanîn ku ji bo ew xwedî li ked û mafên xwe derkevin wek her salê, ew ê vê salê jî di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de  li qadan bin.   Xebatkara kargeha Awesta Yoresel Habîbe Bozkuş Şeker anî ziman ku di temenê xwe yê biçûk de dest bi karê dirûnê kiriye û ev 9 sal e jî di Awesta Yoreselê de dixebite û wiha got: “Ji bo ku keda me bê dîtin têdikoşim û her wiha ji bo mihtacî tu kesî jî nebim dixebitim. Ev 9 sal e ji bo keda xwe bidim nîşandan di nav hewldanan de me û ez bi ser jî ketim. Lê ev têr nake û pêwîst e ku ez zêdetir bixebitim. Jinên ku li derve û hindir dixebitin tu carî keda wan nayê dîtin û ev jî neheqiyeke. Ji ber vê jî divê em li dijî vê serî rabikin û xwedî li mafên xwe derkevin.”   ‘Li dijî çanda me kurdan êrîş heye’   Habîbe di berdewama axaftina xwe de got ku ew bi tene kincên kurdî didirûn û wiha pê de çû: “Em di pêvajoyeke gelek xirab re derbas dibin ku li dijî me kurdan û çanda me kurdan êrîşên hovane tên kirin. Hikûmet bi êrîşan dixwaze hem kurdan tune bike û hem jî dixwaze çanda me kurdan ji holê rabike. Lê belê em jin rê nedin vî tiştî. Her wiha ez dema kincên kurdî didirûm gelek kêfxweş dibim. Ji ber ku ev kincên kurdî ji dayik û dapîr û bapîrên me ji me re mîras in. Wan hetanê vê rojê bi keda destê xwe anîne û divê îro em jî xwedî li vê keda wan derên.”   ‘Jinan serî netewandiye’   Habîbe herê dawî got ku piştî rewşa awarte krîza ku derketiye holê bandor li ser kincên kurdî ku em didirûn û difiroşin jî kiriye, lewra jî karê wan ne weka salên berê  û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi hezar salane ku jin wekî kole tên dîtin û jin rastî tundiyê tên. Ji ber vê jî divê hemû jin di 8’ê Adarê de li qadan bin û li dijî vê koletiyê û tundiyê serî rakin. Em bi hêza xwe nişan bidin ku jinan serî netewandiye û wê neyewînin jî.”   ‘Jin xwedî li çanda xwe derdikevin’   Xebatkata Romans Yoreselê Nurşî Kaya(22) jî ji ber krîza aborî ku dev ji perwerdeyê berdaye berdaye û dest bi xebatê kiriye got ku ev 4 sal e li Romans Yoreselê dixebite û ev tişt got: “Xebat min gelek kêfxweş dike. Ji ber ku bi keda xwe li ser piyên xwe disekinim û ev jî min kêfxweş dike. Dema jin tên kincên kurdî dikirin ev jî min zêdetir kêfxweş dike. Ji ber ku mirov dibîne jin xwedî li çanda xwe derdikevin û çanda xwe berdewam dikin.”   ‘Ji dayik û pîrên me ji me re mîras ma ye’   Nurşî di dirêjiya axaftina xwe de got ku ew bi tenê kincên kurdî didirûn û li gorî daxwaza jinan modelên kincan çêdikin û wiha pêl da axaftina xwe: “Sêdema çêkirina kincên kurdî jî ew e ku ev kinc kincên me yên berê ne û çanda me neJi. Divê em jî xwedî li vê çandê derkevin."   ‘Divê her roj bibe roja jinan’   Nurşî herê dawî bang li jinan kir û got ku  di 8’ê Adarê de divê hemû jinên kurd, tirk, elewî çerkez û hwd. li dijî şer, taciz, tecawiz û tundiyê li qadan bin û serî rabikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê ne bi tenê 8’ê Adarê Roja jina be, divê her roj bibe roja jinan. Bila herkes bizanibe ku ji çawa bi hêz in.”