Li Kurdîstanê çand, bawerî û kevneşopiyên li dijî pişaftinê li ber xwe dane 2018-02-23 09:19:53       Zeynep Turgut    WAN - Her çiqas di nava gel de salên 90 bi qirkirin, kuştin, şewat, hilweşandinan bên zanîn jî di heman demê de di wan salan de li Kurdîstanê jiyaneke hevpar û demokratîk dihate esasgirtin. Li gel şewat û hilweşandinan armanc qirkirina çand û baweriyên gelê kurd bû.    Li Kurdîstanê heta salên 90'î li gundên kurdan ji aliyê kurdan ve jiyaneke demokratîk û pirçandî dihate esasgirtin û hîna jî ev çand berdewam dike. Her tişt dihate afirandin û watedarkirin. Her çiqas ku tê gotin salên 90'î de qirkirineke neteweyî pêk hatibe, di heman demê de qirkirineke çandî jî heye. Li hemberî fermana qirkirinê berxwedaneke bi kurdî hate berdewamkirin.   Der barê salên 90'î de dayika Behîce Dayan (65) a ku di salên 90'î de gundê wan hatiye valakirin axivi. Behîceyê diyar kir ku di wan salan de her hebûnek nirxekî jiyanî bû û got ku piştî yekparêzî hate esasgirtin ji baweriyan û heyanî çandên kevnare cudakarî hat kirin.   'Gelê gund herî zêde girîngî dida zanistiya civakî '    Dayika Behîce anî ziman ku heta salên 90'î her tişt nemirbû û got ku ji xwarinê heyanî dewatan her tişt hevpar dihate amadekirin û wiha berdewam kir;"Gundê me girêdayî Colemêrgê ye. Di çanda me de kesên ku zanîneke wan an jî pîşeyek wan tunebûya nedihatin zewicandin. Di nav civakê de zagonên zewacê jî hebûn. Zewac ewqas hêsan nebû. Ji bûkan re aliyên zavayan ve nexşên berikan û parzînan dihatin diyarîkirin. Ev jî dihate wateya rêzdariya li hemberî keda destê jinan ango mezinahiya hunera jinan. Di wan deman de her tişt bi wate bû. Gundiyan herî zêde girîngî didan zanistiya civakî."    'Kesê li gorî rêgezan tevnegeriyana dihatin dûrxistin'   Behîceyê di berdewamiya axaftina xwe de digot kesê ku li gorî rêgezên civakê tevnegeriyana civakê ew qebûl nedikirin û wiha got: "Ji bo her şahiya ku dihat lidarxistin kelecanek hebû. Ji cejnan heyanî dewatan hemû tişt bi awayê komunal dihat amadekirin. Di wan wextan de em li ser baniyên xaniyan kom dibûn û me dest bi amadekariyan dikir. Li ser baniyan her tiştek dihate lidarxistin. Ger ku dawet bûna, jinan û mêran bi hev re kilam digotin û bi rojan vê dawetê berdewam dikir. Xwarinên ku di dawetan de jî dihatin çêkirin, ji hemû malên gund re dihate. Divê mirov girêdahî nirxên xwe be. Kesên ku li hemberî qanûnên civakê yên çandî, ehleqî û kevneşopîyan dihat ew kes di nav civakê de her tim biyanî dihat dîtin û nedihat qebûlkirin. "    'Tov bi destê jinê dihat çandin'   Behîceyê da zanîn ku ji bo di wan wextan de ceyran tune bû stêrkên asîman û tava heyvê ji bo gelê gund pir bi wate bûn û wiha pê de çû;"Di warê hunerê û çandê de jinan herî zêde hirî, berik, gore çê dikirin. Çandinî jî karê jinan bû. Ji ber ku destê jinan ji axê re baş dihat. Tovên ku jinan diavêtin axê zû şîn dibûn, lê yê ku mêran diavêtin dereng şîn dibûn. Ji ber vê yekê jî çandinî wekî karê jinan dihat hesibandin. Destê jinan bi rehm bû. Di wan salan de mîna van salan ceyran tunebû. Ji ber vê yekê jî her tişt bi wate bû. Stêrkên asîman û tava heyvê şeva me ronî dikirin. Ji ber vê yekê jî wateya stêrk û heyvê ji bo me pir mezin bû. Me mehên xwe û rojên xwe li gorî geşbûyina stêrkan dizanîn. Li hemberî stêrkê rêzeke mezin hebû. Her stêrkek navê wê hebû. Di bedêla bangê de stêrkan agahî dida me. Stêrka ku serê sibehê derdiket me rûyê xwe dida wê û nimêj dikir. Ji ber ku ew banga me bû. Heta niha jî gava ku zarokên me diçin cihekî em duaya 'Xweda te star bike' dikin. Star jî ji stêrkê tê. "    'Her netewek bi çanda xwe bi nirx e'    Behîceyê herî dawî aşkere kir ku wê pir bêriya wan rojan kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî;"Bi rastî ew roj pir dewlemend bûn. Bêguman niha jî çanda me berdewam dike. Divê ji bo parastina çandan hewl û têkoşînên mezin bên dayin. Ger ku em hebin dê çanda me jî her tim hebe. Her netewek bi çanda xwe bi nirx e. Rast e mirov bêriya wan rojan dike. Bêguman em nikarin vegerin wan rojan lê em ê wan rojan bidin jiyîn."