Şanoya Ermenî ya dîrokî bi talîmata qeyûm hat hilweşandin 2018-02-20 09:54:28   MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Dêrikê, di nav de Şanoya Ermenî ya dîrokî jî heye ji 100’î zêdetir avahî hilweşandin.    Li navçeya Dêrik a Mêrdînê di nav de Şanoya Ermenî jî heye, bi dehan warên dîrokî ji aliyê qeyûm ve bi hinceta ‘kesên hişbirê b ikar tînin lê dimînin’ hatin hilweşandin. Heta niha li navçeyê ji aliyê qeyûm ve 113 avahî hatin hilweşandin û di nav van avahiyan de Şanoya Ermenî ya ji aliyê Ermeniyan ve hatiye çêkirin jî heye. Avahiya sînemayê ya li hemberî şaredariyê jî bi hinceta ‘ji aliyê kesî ve nayê bikaranîn’ hat hilweşandin.    Di pêvajoya dawî de 30 xanî hatin hilweşandin Heta îro li taxa Kale 45, li taxa Cevîzpinar 20, li taxa Kuçukpinar 18 bi giştî 83 xanî hatin hilweşandin û di pêvajoya dawî de 30 xaniyên li taxa Zeytînpinar, Tepebag û Dag hatin hilweşandin.    Ji bo aramiya gel e!    Qeyûmê şaredariyê Hakan Kafkas jî der barê hilweşînan de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ji bo aramiya gel çi ji destê wan tê dikin û ji vir şûnde jî wê bikin. Ji hilweşînan ne tenê xaniyan, darên li Parka Ahmet Kaya jî nisîbê xwe girtin. Darên li parkê bi hinceta ‘nûkirinê’ hatin birîn û li dora parqê jî çal hatibûn vedan.