‘Em ê nesekinin û nedin sekinandin’ 2018-02-19 09:43:50   AMED - Yeşîm Coşkun a ku di Koma Reqsê ya Mezopotamyayê de cih digire, behsa hemû qadên ku bi rêya OHAL'ê re hatin girtin kir. Yeşîmê anî ziman ku ligel hemû qedexeyan jî ew ê xebatên xwe berdewam bikin.   Reqsvan Yeşîm Coşkun a ku di Koma Reqsê ya Mezopotamyayê de cih digire behsa bi qayyim û OHAL'ê re girtina qadên çand û hunerê dike. Yeşîmê anî ziman ku li hemû deverên Kurdistanê bi tayînkirina qayiman re hemû qadên şanoyê ji destên wan hatine girtin. Bi îlankirina OHAL’ê re jî darbeyek duyem li qadên wan hatine xistin.   Yeşîmê di serî de behsa di rewşa awarte de xebatên wan di çi astê de ye û rastî zehmetiyên çawa tên, kir. Yeşîma ku di beşa reqsê de cih digire wiha got: “Li hemû deverên Kurdistanê bi tayînkirina qayiman re hemû qadên şanoyê ji destên me hat girtin. Bi îlankirina OHAL’ê re jî darbeyek duyem li qadên me hat xistin. Em salê du an jî sê caran dihatin Amedê. Lê belê niha ji ber rewşa awarte em nikarin bên. Ji ber ku cihên hene di destên wan de ne û em jî nikarin bên bi rehetî karên xwe bikin. Lewra jî em bi alternatîfên xwe cihên biçûk vedikin û xebatên xwe dimeşînin. Dema em lê dinêrin ne bi tenê Amed her wiha li Stenbolê jî li dijî qadên şanoyê û hunerê asteng hene. Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de temaşevan di cihekî teng de ne û her wiha hejmara temaşevanan jî kêm bûm.”   ‘Sîstema kapîtalîzmê dixwaze mirovan bêdeng bike’   Yeşîmê di berdewama axaftina xwe de got ku bi îlankirina OHAL’ê re temaşevanên wan kêm bûne lê belê xebatên wan nesekiniye û wiha pêl da axaftina xwe: “Lîstikvanan li dijî hemû astengan tu carî nesekinîn. Berovajê wê me xebatên xwe ji berê zêdetir kir. Di vir de jî ked û  berxwedana lîstikvan û reqsvanan derdikeve pêş. Sekinandin tu tiştî nagûherîne. Ji ber vê jî em bi lîstikvan û reqsvanan bi kesên cuda re ketin nav têkiliyê û me xebatên xwe xurt kirin. Em atolyeyan li dar dixin û hewl didin ku mirovan jî tevlî xebatên xwe bikin. Ji ber ku sîstema kapîtalîzmê(sermayedar) dixwaze mirovan bêdeng bike û paşve gav bide avêtin. Ji bo ku sîstema kapîtalîst bê şikandin rêyeke vê heye û ew jî divê em zêdetir bixebitin e. Xebat me li ser nigan digire û xebatên me ji hemû astengan re dibe bersiv. Armanca me ev bû û em ê vê bidin berdewamkirin. Siyaset dikare bisekine lê belê huner nikare bisekine. Ger ku huner bisekine wê demê hemû tişt wê bi erdê re bibe yek.”   ‘Qedexe me hinek bi hêz dike’   Yeşîmê di dirêjiya axaftina xwe de wek reqsvanekê di derheqê şanoyê de got ku di şanoyê de ketinek tuneye û ev tiştan got: “Berovajê wê li dijî astengan bilindbûnek heye. Di rojên derbasbûyî de tiştên ku nekirine di vê pêvajoyê de dikin. Mînak li Stenbolê bi tenê şanoya kedê ya bi navê ‘Dîkdator’ hebû û çend mehan hat qedexekirin. Lê belê bi qedexekirinê re gelek saziyên şanoyan û koman ketin tevgerê. Di dema NÇM’ê de  şano ne ewqas aktif bû. Lê bi qedexeyan, qayiman lîstikên cuda derketin. Bi taybetî jî qedexeyê me hinek bi hêz dike. Ji ber ku li dijî qedexeyan huner zêdetir deng derdixe. Ez ji şanoyê zindîbûnekê dibînim û ev hemû jî bi saya berxwedana wan pêk tê. Ji ber ku li dijî astengan serî natewînin. Her wiha ne bi tenê qada şanoyê her wiha li qadên muzîk, sinema, reqsê jî wisa ye. Pêvajo gelek germ e û he roj tiştekî cuda diqewime. Ev rewş jî bandorê li şanoyê û qadên din dike. Carna jî em ji xwe re dibêjin baş e ku derd û kulên me hene û em li  ser dikan tînin ziman. Ger ku derd û kulên me tunebûya wê demê me yê xwe nikaribûna bînin ziman.”   ‘Dixwazim li dijî şerê Efrînê pêşnûmeyekê çê bikim’   Yeşîmê di axaftina xwe de bal kişand ser şerê Efrînê û got li Efrînê şerekî dijwar tê kirin û wiha berdewam kir: “Ez dixwazim li dijî şerê ku li Efrînê tê kirin xebatekê bikim û pêşnûmeyekê çê bikim. Beriya ku ez pêşnûmeyê çê bikim divê pêşî şerê ku li Efrînê tê kirin analîz bikim. Ji ber vê jî pêdiviya min bi demê heye. Ji ber vê jî pêwîst e ez pêşî wê demê bijîm. Dema em bûyerê germ nîşan bidin zêde nayê li ber çavan. Lê piştî ku dem derbas bû bawer im wê baştir bê ber çavan. Tiştê ku mirovan diêşîne jî ew e ku hemû bûyer tim li dijî kurdan tê kirin.”   ‘Berxwedanek heye’   Yeşîmê di dawiya axaftina xwe de got ku li ser navê Koma Reqsê ya Mezopotamyayê çi ji destêm wan bê ew ê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di pêvajoyek zehmet de derbas dibin. Ez hêvîdar im ev pêvajo dê derbas bibe. Ji ber ku berxwedanek heye. Ger ku em teslîm bibin em ne dikarin xebatên xwe bidomînin û ne jî dikarin bijîn. Lewra jî bi hêvî me ku di pêvajoya pêşî de em ê bigihêjin qadên xwe. Em nesekinîn û nedin sekinandin.”