Sûka dîrokî ya Suryanî terkî qedera wê hat kirin 2018-02-11 09:48:27   MÊRDÎN - Sûka Suryanî ya dîrokî ya li Kerborana Mêrdînê terkî qedera wê hat kirin. Li sûka ku şaredarî xebatên çêkirinê nameşîne, tenê çend esnaf mane û kevirên sûka dîrokî jî roj bi roj dikevin.   Li Kerboran a Mêrdînê Sûka Suryanî ya ji sedsala 17’emîn maye, ji ber bê eleqebûnê wêran bûye. Sûka ku dema xwe de ji hemû sektorên bazirganî re malovanî kiriye, niha çend esnaf lê mane. Sûka ku taybetiya xwe her diçe wenda dike, li bende restorekirinê ye. Welatî diyar dikin ku ji bo ji turîzmê re vebibe divê bê restorekirin.   Piştî qeyûm tayînî şaredariyê bû şûnde, sûk bi giştî hat jibîrkirin û xebatên paqijiyê jî nayên kirin, dîwar hildiweşin. Kevirên dîwar dikevin û çop nayê komkirin. Esnafên mane jî ji ber rewşê dikanên xwe digirin.   ‘Bila ji turîzmê bê vekirin’   Hanim Aslan bi lêv kir ku li navçeyê Suryanî nemane û welatiyên din jî vir tercih nakin û got: “Berê ev der tije bû.  Gelek qelebalix bû. Niha kes nemaye. Her roj esnafek dikanê digire. Yên mane jî karê wan xerab e. Şaredarî qet eleqeder nabe. Ger vir bê restorekirin wê gelek baş be. Wê ji turîzmê re bê vekirin.”