Rojên binçavkirina jinekê li refên pirtûkxaneyan e 2018-02-07 09:42:00   ÎZMÎR - Pirtûka bi navê ‘Rojên binçavkirinê yên jinekê’ ya Seroka Komeleya Nîvîskarên Jin, Sevîm Korkmaz Dînç derket.  Sevîmê ji bo pirtûka xwe ya ku tê de pêvajoya binçavkirina xwe û şahidiya xwe ya Cizîrê vedibêje, diyar dike ku ger ew van neaxivin, nenivîsin wê hemû bên jibîrkirin.   Seroka Komeleya Nivîskarên Jin Sevîm Korkmaz Dînç ku piştî çalakiya Bloga Aştiyê ya di 2’ê Çileyê 2016’an de hat kirin şûnde hat binçavkirin û 7 rojan di bin çavan de ma, pêvajoya binçavkirina xwedi pirtûka ‘Rojên binçavkirina jinekê’ de anî cem hev. Sevîm di pirtûka xwe de çûyîna xwe ya Cizîrê ya ji bo pêşî girtina komkujiyê jî vedibêje.   ‘Em xwe sansur dikin’   Sevîmê diyar kir ku bi hezaran kesên ku hîna îdianameya wan nehatiye amadekirin di girtîgehan de ne û got: “Dibe ku pirtûka min bê rexnekirin. Ji ber 7 roj binçavkirina xwe vedibêjim. Lê min bi rastî hewcedarî pê dît. Ger em van nenivîsin, naxivin wê hemû bên jibîrkirin.  Heta azadiya fikr û ramanê tinebe demokrasî û pêşeroj jî tine.”   SevÎmê bi lêv kir ku wan wek Bloga aştiyê ji bo pêşî li komkujiya Cizîrê bigirin, dema diçûn Cizîrê li Nisêbînê bi komploya dewletê hatine astengkirin.   Sevîmê balkişand ser operasyonên li hemberî Efrînê û got her kes vê komkujiyê dizane lê wek faşîzma Elman kes naxwaze berpirsyariyê bigire ser xwe.   Sevîmê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji bo pirtûka xwe bide nasîn wê li gelek bajaran  bernameyan pêk bînin û got divê jin binivîsin.