Muzîkjena 12 salî ji bo sewalan lê dide 2018-02-01 09:12:25   STENBOL - Zaroka 12 salî Tuana kemana xwe ji bo sewalên kolanê lê dide û bi pereyê qezenc dike jî ji sewalan re xwarinê dikire.    Tuana Ekîn Şahîn ji mehên havînê heta niha li Cadeya Îstîklalê muzîka kolanê dike. Armanca Tuana ya 12 salî jî ev e ku bi saya pereyê qezenc dike ji sewalên kolanê re piştevaniyê bike. Tuana dawiya hefteyê bi dayika xwe re diçe Kolana Îstîklalê û   diyar dike ku piştevaniya bi sewalan re peywirek e.   Armanca wê gundê pisîka ava bike   Tuanayê destnîşan kir ku heta niha bi pereyê qezenc kiriye li Zeytînburnu  mala psîka çê kiriye û nêzî 100 kuçikên kolanê xwedî dike. Her wiha da zanîn ku got pereyê qezenc dike ji bo hewcedariya sewalan bikar tîne û got ew hîna dixebite û xwarinê ji wan re dibe.   Tuanayê bi lêv kir ku armanca wê ya herî mezin ev e ku li parka zarokan gundekî pisîkan ava bike û  bang li hemû zarokan kir ku bila bi sewalan re têkiliyê deynin.