Jale Karabekîr: Şanoya femînîst serhildan e 2018-01-28 09:07:10   Evrîm Kepenek   STENBOL - Yek damezrînera  Şano Çûka Boyaxkirî, Jale Karabekîr  ku dibêje ‘Me hinek lîstikên mêran kir lîstikên femînîst û ger hinek metnên me bibînin wê  gelek  xemgîn bibin. Lê şanoya femînîst serhildan e.’ Jaleyê diyar kir ku ev 18 sal in li Tirkiyeyê şanoya femînîst dikin.   Çûka Boyaxkirî ku navê xwe ji pirtûka Çûka Boyaxkirî Jerzy Kosînskî digire, van rojan bi lîstika ‘Koroya jinên troyayê an jî tableta wenda’ derkeve pêşberî temaşevanan.  Yek ji damezrînera Şanoya Çûka Boyaxkirî Jale Karabekîr ku atolyeyên li ser bedena jin û mîtan çêdike û bi nêrîneke femînîst şanoyê ji nûve şîrove dike li ser şanoya femînîst axivî.   *Em bi şanoya femînîst dest pê bikin.. Ev 18 sale hun ji perspektîfa femînîst fêdeyê digirin û li ser sahneyê ne. Gelo şanoya femînîst çawa tê vegotin?   Wek ti şanoyeke ku nayê venasîn, şanoya femînîst jî tine ye.  Femînîzm yekem car li Îngîlîstan û DYA’yê dest pê dike û li Ewropayê pêş dikeve. Şanoya femînîst jî wisa ye. Li Tirkiyeyê jî  di dîrokek cuda de dertê holê.  Piştî 1980’ê şûnde lîstikên femînîst tên nîşandan.  Wek şanoya bindestan.   *Çima Çûkên Boyaxkirî?   Zarok ji refê çûkan, çûkan digirin.  Çûkek ku rengê wê naşibe çûkên din, li wê dixin û herî dawî dikujin. Me jî xwest em li ser sahneyê bibin dengê hemû ‘çûkên bi boyax'. Em jî tên pelçiqandin, cuda tên dîtin.    ‘Me bi cesareta cahîl ava kir’   *Şanoya Çûka Boyaxkirî çawa li sahnê firiya?   Me ji şanogerên pergalê wêdetir xwest em bi awayekî din derkevin holê. Di salên 90’î de şanoya alternatîf derket holê.  Wê demê em xwendekar bûn.  Ev der cihên ku me jê mînak digirtin bûn. Me bi cesareta cahîl li dibistanê şanoyek femînîst ava kir û ev 18 sal em li ser sahnê ne.   ‘Di lîstika ewil de Ferhat tinebû’   *Ev di alî dîroka şanoya li Tirkiyeyê mînakek nû ye. Em vegerin lîstika we ya ewil ya 18 sal berê?    Navê lîstika me ya ewil Ferhat û Şîrîn bû. lê niha Ferhat tine.  Bi giştî xebata dramatolojî bû û  me ji çavê Şîrînê vegot.  Kadroyek me ya biçûk heye. Lê gelek dostên me hene.  Yên piştgiriyê didin me zêde ne.   *Şanoya femînîst di şanoya giştî ya Tirkiyeyê de bandorek çawa afirand?   Ewil me gelek êş kişand lê em niha li virin. Me serî hildan. Min bi salan sahneyên zîhniyeta mêr temaşe kir.Li Tirkiyeyê pergaleke rexnekirinê ya wisa tine.  Her kes îfade dike lê nabêje ti dijminê jinê dinivîsî.  Em bi hilberandinê berxwe didin. Temaşevan jî vê baş pêşkêş dike.  Xwezî lîstikên femînîst jî zêde bûna.   Metn çiqas xurt be jî ger bedena jinê wek obje bê dîtin û derhêner bedena jinê wisa bi kar bîne,sahneyên êrîşa zayendî li gorî vê nêrînê bê dayîn wê demê sahneya serdest ya mêr heye.   *Hun balê dikişînin ser şîdeta li ser jinê?   Bi taybet me xwe jê kişand. Bi salane me di lîstikan de ev baldar girt.  Şanoya femînîst tenê ji şîdeta li ser jinê pêk nayê. Lîstikên mêrtiyê lêpirsîn dike, lîstikên ekolojiyê jî derdê me ye.   *Hun pirsgirêkên çawa dijîn, ev pirsgirêk xeleka we teng dike?   Me heta 2014’an ji Wezareta Çandê butçe digirt. Butçeya me hat birîng. Em nizanin çima hatiye birîn jî.  Em beyî butçe lîstikê dikin. Bi hatinên ji atolyeyan tên jî em şanoya xwendinê û turneyan pêk tînin.   *Rêgezên pêkanîna şanoya femînîst çine?   Em hewl didin bibin komeke ku hiyerarşî daketiya asta herî jêr.  Ji ber li dijî xwezaya kar e.Mînak em gotina ‘derhêner’ bikar naynin.  Em hewl didin ku nebêjin ‘yê dinivîsî- yê derhêneriyê dike’. Di mekanîzmaya biryarê de mêr tine.  Dikarin muzîkê bikin, lîstikvaniyê bike lê di mekanîzmaya biryarê de tinene.   *Lîstika we ya ‘Koroya Jinên Troya an jî Tableta wenda’ çawa derket holê?   Me xwest tiştekî wek koro be û me ji Yewnana Antîk tiştek kir. Ji ber me li ser şer, Rojhilata Navîn û DAIŞ’ê tiştek negot.  Jin kirin kole, hatin firotin, em tevli hev bû û me got divê em tiştekî bikin.  mijara sereke ya Jinên Troya ev e.   *Çûka Boyaxkirî ji bo we çi îfade dik?   Çûka boyaxkirî cihê ku em bîhna xwe lê digire ne. Cihê ku em xwe lê pêk tîne ne. Bi rastî ji bo me gelek girînge.   Di vê navberê de lîstika ‘Koroya Jinên Troya an jî Tableta Wenda’ di 9,15 û 23’ê Sibatê de li Sahneya Tatavla a Stenbolê tê pêşkêşkirin.