Jinên pêşengên wêjeyê: Binivîsin binivîsin, zêdetir binivîsin... 2018-01-20 09:03:36   Evrîm Kepenek   STENBOL - Nêrîna mêr a di her qada jiyanê de xwe dide der, di wêjeyê de jî wisa ye. Her çiqas jin di rêza pêş a refên rengîn a çanda populer de cih negirin jî nivîsên wêjekarên jin mohra xwe di dema dawî xistine. Ji weşanên Can, Îthakî û Ceylanê  di demên dawî de pirtûkên jinan zêde tê weşandin û vediguhere qêrînekê: Binivîsin binivîsin, zêdetir binivîsin.   Di nav dehan jinên ku dibêjin ‘jin jî  dikarin bibin nivîskarekên wek Shakespeare, tenê bi cesareta me ji bo nivîsandinê hebe’ di dema dawî de gelek nivîskarên jin bi pirtûkên xwe derketin pêşberî xwendevanan.   ‘Uy Karadenîz Uy…(Lanetî)’   Di demên dawî de yek ji pirtûkên ku ji aliyê jinan ve hatiye nivîsîn pirtûka nivîskar  Erendîz Atasu a bi navê ‘Uy Karadenîz Uy. (Lanetî)’ ye.  Mijara pirtûkê wiha ye: “Dema şerê yekemîn yê vîhanê ye.  Li Trabzonê Rabî keça Kirimizi Hafize. Sekna wê ya cuda û bi cesaret wê demê dertê pêş. Rabîa malbata xwe ji dagirkirina li Trabzonê xelas dike. Neviya Rabîayê, Selma dema ku piştî salan vedigere Trabzonê, cîhana mêr a tûnd carek din dibîne. Erendîz  têkilî, dem û cihê di navbera Rabîa û nevya wê de tîne roja me ya îro.   ‘Jinên me, li ser sifreyê cihê wan tune, di dev de zimanê wan tune’   Pirtûka bi navê ‘Jinên me, li ser sifreyê cihê wan tune, di dev de zimanê wan tune’ ya Hatîce Eroglu  Akdoganê ji weşanên Ceylanê derket. Şewitandina gundan, pevçûn û modernbûn. Ên ku hemû barên koçberiyê li ser milên xwe bar kirine jin in. Bi 15 jinên temenê wan di navbera 60-85’an de diguhere re hevdîtin hatiye kirin û piştre hatiye nivîsin.   Ji Soyfa Kurban ‘Kevirên bêrîka min’   Ji weşanxaneya Femînîst Ayîzî pirtûka 50’emîn a bi navê ‘Kevirên bêrîka min’ derket.  Di pirtûkê de derfeta ku mirov bi rastiya xwe re bên rû hev dertê pêş.   Bîranînên min parçe parçe: Suat Dervîş-Weşanên Îthakî   Nivîskar- rojnameger Suat Dervîş ku şahdiya dema dawî ya Osmaniyan kiriye, nivîsên wê hatine cem hev û pirtûk ji vê hatiye amadekirin. Bîranîn, nivîsên rojnameyê, gerên wê û roportajên wê tê de cih digirin.   Jintiya min, nivîskarî û welatê min: Erendîz Atasu   Erendîz yek ji nivîskarên me yên girîng ku rihê jinê baş nîşan dide ye. Erendîz di pirtûka xwe ya dawî de bal dikişîne ser tevgera femînîst û rojeva welêt.