Çand û xemla jinên kurd kiras û fîstan 2018-01-13 09:11:09   Zeynep Turgut   COLEMÊRG - Li herêma Colemêrgê ji bo jinan kiras û fîstan xemla jiyanê ye. Jinên ku rojane jî kiras û fîstanan li xwe dikin, destûr nadin ku çanda kiras û fîstanan wenda bibe.    Ji dîrokê heya niha li Kurdîstanê  kevneşopî û çanda herî kevin kiras û fîstanên jinên kurd in. Li  Wanê, Şirnex û Colemêrgê jinên kurd hîna çanda kiras û fîstanan didomînin û bi awayê rojane van cil û bergên xwe yên neteweyî bi kar tînin. Bi taybetî jî herema Colemêrgê kiras û fîstanên rengîn ên neteweyî gelek bi nav û deng in. Qumaşe kiras û fîstanên Colemêrgê ji Rojhilat û başûr tên anîn. Aliyê jinan ve Cawên lap rengîn û bi moçikên dewlemend ji bo vî kincî tên hilbijartin. Kiras fîstan hem bi xweşikbûna xwe û hem jî bi awayê dirûtina xwe navdar e. Her sal jinên ciwan û dayîk bi nêzîkbûna dewetan bi kelecaneke mezin dest bi amadekariya çêkirina kiras û fîstanan dikin. Di dewatan de bi kiras û fîstanên xwe dibine xemla civakê û çanda kurdan a li xwekirinê li ber çavan radixînin.    'Her kes bi çanda xwe tê naskirin'    Dirûnkara  bi navê Seyran Erçîn diyar kir ku çanda kurd çandeke dewlemend e û got ku ji bo jinên kurd kiras û fîstan xemla jiyanê ye û wiha axivi;"Ji dîrokê heya niha dayîkên me her tim bi kiras û fîstanên xwe yên kurdî xwe xemilandine. Li cem jinên Kurdîstanê bi taybetî jî jinên Colemêrgê kiras û fîstan pir girîng û bi wate ne. Kiras û fîstanên Colemêrgê li gorî yên  Şirnexê û Cizîrê pir cuda ye. Ji ber ku kiras û fîstanên Şirnexiyan ji yek  parçeyî tê çêkirin yên me ji du perçeyan tên çêkirin. Çanda kurd li gorî bajaran jî diguher e. Dayikên me ji bo ku rehet bikin, zêdetir kiras û fîstanan tercîh dikin. Dayikên me hem di demsala zivistanê de hem jî di demsalên havînan de van kincan li xwe dikin. Her gel bi çanda xwe tê naskirin dayikên me jî ji bo ku çanda xwe bidin jiyîn dest ji kiras û fîstanên xwe yên neteweyî bernadin.  Jinên ku di dewatan de kiras û fîstanan li xwe nekin, xwediyê dewetê û kesên derdorê wan biyanî dibînin. Gelek modelên kiras û fîstanên me hene ji ber wê gelek tên ecibandin. Ji Stenbol,Mêrsînê jî daxwaza kiras û fîstanan pir zêde heye. "   'Çand çikas dewlemend be ew gel ewqas mezin e'   Seyranê bal kişand ser çanda kurdewarî û anî ziman ku di çanda kurd de her tim jinan pêşengî kiriye û wiha berdewam kir;"Em ji çanda xwe û kevneşopiyên xwe pir hez dikîn. Li Colemêrgê jin bi kiras û fîstanên xwe mêr jî bi şel û şepikên xwe tevlî dewatan dibin. Ji berê û heta niha her tim bi pêşengiya jinên kurd çanda kurd heta roja îro hatiye.   Gava ku em kincên din li xwe dikin em xwe biyanî dibînin. Em naxwazîn bi tu awayî çanda me wenda bibe.  Em destûr nedîn çanda me bê jibîrkirin. Çanda gelekî çiqas dewlemend be, ew gel ewqas mezin e. "   'Li Colemêrgê di dolaba her jinekê de kincên neteweyî hene'   Jina Ciwan a bi navê Raîfe Oztunc jî bi lêv kir ku li Colemêrgê şahî û dewet pir girîng tên dîtin û wiha domand:"Li Colemêrgê ne tenê di kêfxweşiyan de di serxweşiyan de jî jin  kiras û fîstanên reş li xwe dikin. Em ciwan û dayik pir zêde girîngiyê didîn kiras û fîstanan. Ji ber ku çanda me pîroz e. Em gava ku kiras û fîstanan li xwe dikîn em xwe xweşiktir û rehettir hîs dikîn. Kiras û fîstan li her jinekê tên. Ji ber ku bi hêstiyarî nêzî çanda xwe dibîn,me çanda xwe heyanî vê astê aniye. Bêgûman li Colemêrgê di dolaba her jineke ciwan de kiras û fîstan hene. Di zivistanan û havînan de li Colemêrgê her tim dewat hene.  Em jî dixwazîn ku ev çanda me tu winda nebe. Heya ku em hebîn em ê destûr nedîn çanda me ya kiras û fîstanan wenda bibe."