Çanda şûjin û teşiyê bi çêkirina berikan berdewam dike 2018-01-10 09:01:52   Zeynep Turgut   COLEMÊRG - Li Colemêrgê li atolyeya berikan 8 jinên ciwan ji bo ku çanda çêkirina berikan wenda nebe, bi salane berikên ku aîdî herema Colemêrgê ne çê dikin. Jinên ku berikan çêdikin boyaxa berikên xwe jî bi awayê ekolojîk hildibarînin û ji rehikên giya boyaxê hildiberînin. Jinên karker diyar kirin ku çanda ku jinan bi teşî û şûjinan avakirine destûr nadin wenda bibe.    Li herêma Colemêrgê jinan her tim bi keda destên xwe hilberîn kirine û afrînerî kirine. Bi vî awayî jinan hem hûnera destan hem jî çand pêşve birine. Di demên berê de jinan her tiştê xwe bi destan çêdikir. Li Colemêrg bi berikên ku bi destê jinan tên çêkirin bi nav û deng in. Li Colemêrgê li taxa Bîçerê di atolyeya berikan de 8 jin bi salane berikan çêdikin û li hemberî wendabûna çandê dest ji çêkirina berikan  bernadin. Li ser berikan nexşên herî bi wate tên çêkirin. Her wiha bênên berikan jî ji rihekan tê boyaxkirin. Jinên ku di atolyeyê de dixebitin diyar kirin ku  berê gel ji bo ku berikên ji destî peyda bikin hewleke mezin didan û gotin ku ji bo  çanda Colemêrgê wenda nebe ew şev û rojê li  xwe dikin yek.    'Ji her welatekî kiryarên me hene'   Jina bi navê Sarya Erkaya bi lêv kir ku ew çanda bi salan didin jiyankirin û got ku li hemberî wendebûna çandê tenê jin tedikoşin û wiha berdewam kir;"Her xebatkarek jin ji cihekî hatiye. Hevaltiya me heya ku xebata me kêfxweşî û kelecaneke cuda dide me. Her roj em seat 9'an dest bi kar dikîn. Her jinek berikê bi nexşên cuda çê dike. Bi vî awayî hûnera jinan jî derdikeve holê. Çêkirina berikan pir zehmet e. Destê mirovî û bi taybetî jî tiliyên mirov pir diwestin. Kiryarên me hene. Lê mîna berê ewqas zêde nînin. Berê  ji bo ku berikên bi dest tên çêkirin bi dest bixin hewleke mezin dihate dayîn, Lê di van salan de eleqe ewqas ne zêde ye. Hestiyariya li hemberî çandê pêwîste hebe. Jinên ku li vir dixebitin ji bo ku çanda colemêrgê wenda nebe dixebitin. dixwaze. Li vir em hûnera jinan a sedsalî  didîn jiyankirin."   'Çanda ku bi şûjin û teşiya jinan hatiye avakirin'   Saryayê daxuyand ku ew bi çêkirina berikan destûr nadin çanda jinan wenda bibe û wiha pê de çû;" Berê her tiştê jinên kurd bi dest dihate çêkirin. Ji çêkirina lihêfan heya ku ji teşîyê her hilbirîneke jinan bi destê wan bû. Jin afrîner in. Pêwîste em jin vê taybetmendiya xwe ya afirineriyê wenda nekîn. Armanca me ew e ku em çanda jinê nedîn jibîrkirin. Em li vir 8 jin în. Her jinek taybetmendiyek wê heye. Hevalek me heye nikare bipeyive lê bi nexşan xwe li ser berikan vedibêje. Têkoşîna jinan bi xwedî derketina çandê derdikeve holê. Ji her welatekî jî kiryarên me hene. Boyaxa me bi rihekan tê destxistin. Bi temamî xwezayî ye. Divê em jin destûr nedîn ku çanda jinan wenda bibe û divê ku em xwedî li çanda xwe derbikevîn. Çanda ku bi şûjin û teşiya jinan hatiye avakirin em destûr nedin ku bê windakirin."   'Keda jinan her hatiye veşaritin'   Naciye Oztaş jî da zanîn ku ew bi çêkirina berikan hêstên xwe nexşe dike û wiha got:"Ez ev 5 sale bênavber dixebitim. Di atolyeyê  de roja me bi kêfxweşî û ken derbas dibe. Em bi çêkirina berikan xwe hewceyî mêr nakîn. Berikên Colemêrgê bi nav û deng in. Di çandê de berikên Colemêrgê xwedî taybetmendiyekî ne. Ev jî ji bo me jinan pir girîng e. Em dixwazîn ku ji bo çêkirina berikan atolyeyên mezintir bên vekirin. Ji ber ku çêkirina berikan hunereke. Ji dîrokê û  hetanî niha hûner û çanda jinan her tim nehatiye dîtin û ji holê hatiye rakirin. Lê jinan dîsa jî nû ve  avakirîn e. Ji bo ku ev çand winda nebe divê em hewl bidin. "