Weşanên Aramê li fuara pirtûkan e 2018-01-09 09:03:51   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Weşanên Aramê di 11’emîn Fuara Pirtûkan a Çukurovayê de bi 5 pirtûkên nû û ji sedî zêdetir berhemî standa xwe vekir. Em bûn mîvanê standa Aramê.  Xebatkara weşana Aramê Evîn Ersen diyar kir ku tevî astengî û zextan eleqeya xwendevanan kêm nebûye û got tirsa hatiye afirandin şikestiye.   11’emîn Fuara Pirtûkan a Çukurovayê li Navenda Kongre û Fuarê ya Navneteweyî ya Edeneyê ya TUYAP’ê ji hezkiriyên pirtûkan re hat vekirin. Fuara ku weşanên Aram, AVA, Kor û Aras jî tê de cih girtine, îsal ya 11’emîn pêk tê.  Fuar di navbera 06-14’ê Çile de wê mîvanên xwe bihewîne.  Di fuarê de nasandina gelek pirtûkan tê kirin, her wiha bernameyên wekê gotûbêj, rojên îmzeyê û panel jî wê pêk bên.   ‘Tevî astengiyan em li vir in’   Weşanxaneya bi şîara ‘Aram Ronahiye’  5 pirtûkên nû derxist pêşberî xwendevanan, ji sedî zêdetir pirtûkê di standinê de bi cih kir. Xebatkara weşanên Aramê Evîn Ersen bi lêv kir ku tevî  hemû zext û astengiyan wan li fuarê cihê xwe girtiye. Evînê di berdewamiyê de hemû xwendevan vexwendiyê standa xwe kir û ev tişt anî ziman: “Em weşanên xwe li vir pêşkêşî xwendevanan dikin. Me hem berhemên wêjevanên Kurd û hem jî bernemên Tirkî hatine weşandin, bi cih kir.”   Eleqe kêm nabe   Evînê bi lêv kir ku di encama OHAL û KHK’yan de gelek pirtûkên Aramê hatine qedexekirin û wiha vegot: “Tevî vê eleqeya xwendevanan kêm nabe. Dixwazin xwendevanan dûr bixin lê tevî her tiştî xwendevan xwedî li berhemên me derdikevin. Xwendevan eleqeyek  mezin nîşan  didin.  Ji firotina pirtûkan wêdetir, ya girîng eve pirtûk bigihêje ber destê xwendevanan. Ji ber vê fuar ji bo me bû derfet. Li gorî sala borî atmosferek pozîtîf heye. Em dibînin ku tirsa hatiye afirandin şikestiye. Kategoriya bîranîn, roman û lêkolînê zêdetir tê tercîhkirin.”