Kevirên Pirde Xatunê emanetî şîrketên taybet e 2017-12-25 09:19:42   Melîke Aydin   DÊRSÎM - Ji aliyê Midûriyeta Herêma Parastina Hebûnên Xweza û Çandî ya Erziromê ve  Pira Pirde Xatunê hatibû parastin û piştre jî xebatên restorasyonê hatibûn destpêkirin. Pisporên li pirê lêkolîn kirin diyar dikin ku pira ku divê li gorî reng û kevirên nêzî wê bihata restorekirin, hema hema pir ji nû ve hatiye avakirin.   Ji aliyê Midûriyeta Herêma Parastina Hebûnên Xweza û Çandî ya Erziromê ve   di 2011’an de  Pirde Xatun a li Pilemûra Dêrsîmê cih digire wek hebûna dîrokî ya tescîlkirî hat îlankirin û restorasyona wê jî hat asta dawî. Welatiyan diyar kir ku Pirde Xatun a bi sedsalane li ser piyane di bin navê restorasyonê de ji nû ve hatiye înşakirin û divê xebatên restorasyonê ji nû ve li ber çavan bên derbaskirin. Baroya Dêrsîmê  ji bo ku pir li gorî esla pirê nehatiye restorekirin derbarê berpirsan de serlêdana sûc kirin.   ‘Hema hema ji nû ve hatiye çêkirin’   Midûriyeta Herêma Parastina Hebûna Derdor û Çandê ya Erziromê di 24.10.2013’an de derbarê pirê de biryara parastinê girt û biryara restorekirinê da.  Îhala ji aliyê Rêyên Bejayî ve hat vekirin,  şîrketa Înş.San. Tîc, Ltd. Ştî ya Endezyarî û Mîmarî ya Restorasyona Serkar bi 762. 491 lîrayî girt. Pisporên di vê pêvajoyê de li herêmê xebatên restorasyonê lêkolîn kirin diyar dikin ku pira ku divê li gorî reng û kevirên nêzî wê bihata restorekirin, hema hema pir ji nû ve hatiye avakirin.