Tugba jiyana xwe bi saya axê guhert 2017-12-24 09:18:09   Fîlîz Zeyrek   MERSÎN- Tugba Er diyar kir ku tilsima mezin a axê heye û got bi saya vê jiyana xwe cuda kiriye. Bahar di mehên biharê de xwe amade dike ku pêşangeha xwe ya seramîkê vebike.   Tugba Er ku li Mersînê di atolya xwe ya bi navê ‘TÎN, art desîng’ de hilberînên xwe dike bi hatina biharê re xwe amade dike ku pêşangeha xwe vebike. Tugba diyar dike ku divê jin dest bidin hunerê û wiha got: “Hunerê cesaret da min.”   ‘Her cureyê rewşa axê dîtin gelek xweşe’   Tugbayê bi lêv kir ku bi salane mamostetiya dibistana dayikê dike û di sala 2014’an de ji Beşa Seramîkê ya Fakulteya Hunerên Xweşik a Zanîngeha Mersînê perwerde dîtiye û got : “Mamostetî xweş bû lê eleqeya wê ji bo hunerê gelek zêde bûye û di atolyeya xwe ya havînê vekiriye de hilberînên xwe dike.   Tugbayê diyar kir ku 2013’an de dest ji hevjînê xwe berdaye û dest bi wênexêziyê kiriye û ketiye macerayek mezin û diyar dike ku her cureyê rewşa axê dîtin û kîfşkirina axê gelek xweşe.   ‘Mêr li pêş jinê dibe asteng’   Tugbayê bi lêv kir ku di atolyaya xwe de mehê carekê xêzên jinan radixe û difroşin, bi vî awayî jî ji bo jinan dibe destek. Tugbayê got: “Ez her dawiya hefte dersa seramîkê didim jinan. Min beyî pirsgirêk pêvajoya destberdanê bi dawî kir. Tevî vê çîroka min piştî destberdanê pê kir. Jin her tim rastî astengiya mêr tê.”