Rengînê serî netewand, têkoşîn da 2017-12-22 10:15:36   Rojda Aydin   AMED- Rengîn Kardelen a ku ji ber zext û zordariyan neçar maye ku welatê xwe terk bike behsa têkoşîna ji bo zimanê dayikê kir. Rengînê wiha got: “Dema ku ez li Amedê hatim dinyayê malbata min bi min re tirkî diaxivîn. Ji ber vê min kurdî nizanîbû. Piştî ku min di çapemeniyê de cihê xwe girt min ji xwe re got  ez ê kurdiya xwe pêş bixim û pirtûkek bi kurdî binivîsim. Soza ku min dabû xwe min bi cih anî.”   Nivîskar Rengîn Kardelen a ku li Lîceya Amedê hatiye dinyayê û li Sûrê mezin bûye dibistana seretayî, navîn û ya lîseyê li Amedê xwendiye. Jiyana wê ya rojnamegeriyê bi xelata li rojnameya Gundemê li bajarê Batmanê dest pê kiriye. Demeke dirêj ji bo kovara heftane ya Gerçek nivîsî ye. Ji bo kovara Evrensel Kultur û kovara çand û hûnerê ya Tavirê jî nivîsiye. Piştre di salên 1993-1994’an de çûye Stenbolê û di rojnameyên Ronahî û Hêvî de dest bi xebatê kiriye. Di sala 1994’an de ji ber ku rojnameger bûye li Amedê hatiye binçavkirin û di bin binçavkirinê de rastî  îşkenceyê hatiye. Para xwe ji êrîşên li ser çapameniya azad girtiye. Bi giştî jê re 100 sal cezayê girtinê hatiye xwestin. Rengîn her wiha ji ber tendûristiya wê nebaşbûye û ji ber zextan neçar maye ku biçe derveyê welat. Rengîn dema ku çûye derveyê welat xwestiye ku karê xwe yê rojnamegeriyê berdewam bike. Piştre di yekemîn televîzyona asîmanî ya Kurdistanê li MED TV têkoşîna xwe ya rojnamegeriyê berdewam kiriye. Rengîn a ku 20 sale derketiye derveyê welat li Ewropayê û li welatê Belçîkayê dijî.   ‘Soza ku min dabû xwe min bi cih anî’   Rengînê anî ziman ku berê di kovarên Evrensel Kultur û Tavir de bi zimanê tirkî nivîsên xwe nivîsiye. Piştî ku derketiye derveyê welat xwestiye ku fêrî zimanê kurdî bibe û kurdiya xwe pêş bixe û wiha got: “Ji ber ku min berê hemû nivîsên xwe hemû tirkî nivîsandiye û ez niha naxwazim bi zimanê tirkî nivîsan binivîsînim. Piştre min berê xwe da zimanê kurdî. Nivîsandina min ji xwendina min baştir e. Ji ber vê jî min xwest hemû nivîsên xwe û pirtûkên xwe bi kurdî binivîsim. Ji ber ku têkoşîn û şerê me kurda di vê warî de bû. Dema ku ez li Amedê hatim dinyayê malbata min bi min re tirkî diaxivîn. Ji ber vê min kurdî nizanîbû. Piştî ku min di çapemeniyê de cihê xwe girt min ji xwe re got ku ez kurdiya xwe pêş bixim û pirtûkek bi kurdî binivîsim. Soza ku min dabû xwe min bi cih anî.”   ‘Pirtûka min a bi navê Xaşxaş pirtûka yekemîn e’   Rengînê di berdewama axaftina xwe de got ku piştî fêrê zimanê kurdî bûye dest bi nivîsandina pirtûkekê kurdî kiriye û wiha got: “ Pirtûka min a bi navê Xaşxaş pirtûka yekemîn e. Di Adara 2017’an de li Weşanxaneya Sîtavê ya li Wanê hat çapkirin. Mijara pirtûka min li ser berxwedana Sûr, Cizîr, Nisebîn... bû. Di serdema berxwedanan de  ez gelek caran dihatim Amedê û diçûm. Dema ez dihatim Amedê min rewşa vê derê bi çavên xwe dît. Ez di bin bandora wê de gelek mam."   'Di berxwedana Kobanê de pêşengiya jinan hêz da pênûsa min'   Her wiha Rêngînê behsa berxwedana Kobanê kir û wiha got:" Berxwedana ku li Kobanê hat kirin pênûsa min xurtir kir. Di berxwedana Kobanê de pêşengiya jinan hêz da pênûsa min. Hîvda Avareş a ku li Kobanê şehîd ket  û keçikek li Kobanê li ber deriyê sêmalkan ku dixwaze derbasî aliyê dinê bibe, hat qetilkirin min nivîsandin. Her wiha hemû jinên ku di berxwedana Kobanê de pêşengtî kir û gihaştin şahadetê, hemûyan hêz dan pênûsa min."   ‘Niha ez amadekariya du pirtûkên nû dikim’   Rengînê got ku ev pirtûka wê ne helbest e û ne jî çîrok e. Lê belê hem tama çîrokê û hem jî tama helbestê dihewîne û wiha got: “Pirtûka min pexşan e, ne helbest û ne jî çîrok e. Ez ê bi zimanê kurdî nivîsandina pirtûkan berdewam bikim. Niha ez amadekariya du pirtûkên nû dikim. Ji van yek çîrok e û yek jî roman e.”   ‘Ew ji bo Gelê Kurd sembola berxwedanê bû’   Rengînê herî dawî anî ziman ku qapaxa pirtûka xwe bi destê xwe çêkiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Li ser qapaxa pirtûka min wêneyê berxwedêrên ku li ser çar parçeyan têkoşîn dane heye. Ji ber ku ew ji bo gelê Kurd sembola berxwedanê bûn. Ji ber ku min feyz ji berxwedêran girt loma min got bila qapaxa pirtûka min jî bi sûretên berxwedêran bixemile. Dema pirtûka min hat çapkirin û hat Amedê rastî eleqeyek mezin hat.”