Burcu Yeşîlbaş:Hunermenda ax û zimanê li ber tinebûnê 2017-12-17 09:02:48   Evrîm Kepenek   STENBOL - Burcu Yeşîlbaş a strana bi navê Romana bi Rumiya Pontus ji nû ve distirê, klîba stranê li Zozanên Kadiralak a Trabzonê kişand. Burcuyê diyar kir ku ew deyndarê axa xwe ye û got hem deng û hem jî klîbên wê alava têkoşînê ya hunerê ye.   Burcu Yeşîlbaş bi strana bi navê ‘Romana’  zimanê xwe yê li ber tînebûnê ye ji nû ve dide jiyîn. Burcu klîbên xwe jî bi xwe dikşîne û  ji klîba Romana jî navçeya Tonya ya Trabzonê Zozanên Kadiralak tercîh kir.   ‘Ez gelên cîhanê di rihê xwe de hîs dikim’   Burcu hunermendeke ku stranên anonîm bi terz û deng şîrove dike ye. Di albuma xwe ya bi navê Toprak de ne tenê stranên Behra Reş yên herêmên cuda jî distirê.    Burcu  ku ji muzîka populer xwe dur digire wiha dibêje: “Mîna ez strana Îspanyolî bêjim ez diçim wan axan. Ez wisa dikevim nava wê stranê ez rihê xwe aydê wê erdnîgahiyê hîs dikim. Dema muzîkjeniyê dikim hemû gelên cîhanê di rihê xwe de hîs dikim.”    Ji temenê biçûkatiyê de li ser sahneyê ye   Burcu wiha dibêje: “Mamosteyeke min ji min re digot ‘ti wek vapureke nêzî lîmana Trabzonê bûye ye’. Ne ji bo rexnekirinê ji bo ji sekna min hez dikir bû.”   Burcu her wiha klîbên xwe jî bixwe dikişîne û çîroka strana Romana jî wiha vedibêje: “Zor û zehmetiyên keçikên Romana yên li zozanan vedibêje. Dema min stran guhdar dikir, şopên kûr li ser min dihişt. Di klîbê de pîra min û xaltîka min lîstin. Her wiha deynê min ji bo wan axan hebû.  Qet rol nekirin, ji ber jiyan wan bû.”   Hun dikarin ji ser vê navnîşanê strana Burcuyê ya Romana temaşe bikin.    https://www.youtube.com/watch?v=c5r9IH3ifhc