Li Qamişloyê mîhrîcan hat lidarxistin 2017-12-16 17:01:52   QAMIŞLO - Yekemîn mîhrîcana ji bo aştiya gelan di bin dirûşma "Em ji Qamişloyê hez dikin" bi alikariya Rêveberiya Rêxistina Doz hat lidarxistin.    Yekemîn mîhrîcana ji bo aştiya gelan di bin dirûşma "Em ji Qamişloyê hez dikin" bi alîkariya Rêveberiya Rêxistina Doz li eywana Nûbelayê ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Rêxistina Sara, Kurd bê Sînor, Şawişka, Welatê Me Civaka Sivîla, YNKS, Desteya Netewa Ereb, Komeleya Mafê Mirovan û Komeleya Comer a Xêrxwaz beşdarî mîhrîcanê bûn. Her wiha bi sedan kes ji bajarên Dirbesiyê, Qamişloyê, Dêrikê, Serêkaniyê û ji Amûdê beşdarî mîhrîcanê bûn.    Di destpêkê de ji bo berxwedêrên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.   Di mîhrîcanê de ji aliyê Rêxistina Comer a Xêrxwaz ve stran hat gotin. Zarokên girêdayî Rêxistina Sara û Desteya Netew helbest bi zimanê Erebî û Kurdî xwendin. Piştre  belge fîlim ji aliyê Kampaniya Kak a Montajê ve hate pêşkêş kirin. Reqsa folklorî ya Koma Rohilat û Koma Mûzîkê ya zarokên  bi navê Wan Ehmed û Raman Ehmed ya girêdayî Komeleya Şawişka derketin ser dikê. Her wiha  Şano ya Mem û Zîn hat lîstin. Piştre Zarokê Rêxistina Doz, karete lîstîn. Her wiha  Şanoya Koma Rohilat ya girêdayî Rêxistina Doz, pêşengeha cil û bergan bi rêveberiya Rêxistina Doz û Desteya Netewî kirin.   Ji aliyê Rêxistina Doz, Yekîtiya Pirtûkên Kurd, Mafê Mirovan, Kurdên Bê Sînor ve pirtûk û wêne hat pêşkeşkirin.    Mîhrîcan bi girtina dîlanê bi dawî bû.