‘Jinên misliman ên ‘Reçel’ dinivîsin: Em pêşdarazan dişikînin 2017-12-16 09:14:11   Evrîm Kepenek   STENBOL - Jinên Musliman ev sê sal in di Bloga Reçel de nivîsên cuda dinivîsin û cudahiyê diafirînin. Me jî bi edîtora blogê Rumeysa Çamderelî re hinek reçel pijirand. Tehma derket holê jî ‘em pêşdarazan bişikîne’ ye.   Bloga bi navê Reçel Blog a ji 2014’an heta niha weşanê dike, jinên misliman bi pênûsa bersivê didin  feraseta serdest a mêr a sînorkirina jinê divê çawa bijîn. Yek ji damezrîner û edîtora Reçel Rumeysa Çamderelî axivî.   Cihê jinên misliman ên daixivine   Li gorî Rumeyasayê Reçel ji bo jinên misliman cihê axaftinê ye. Eleqeya ji bo malperê jî gelek zêde ye. Rumeysayê diyar kir ku jinên misliman ne xwedî taybetiyek homojen in û got jinên jê re dibêjin ‘serê wan girtîne nikarin vê bikin’ di esasê de dikarin gelek tiştî bikin. Rumeysayê wiha got: “Turban ne alava frenkirinê ye, rewşa îbadetê ye.Jin dikarin di tiştên hevpar de bên cem hev û bi vê re xurt bibin. Jinên ji Reçel re dinivîsin dest didin hev û tiştên berê jiyabûn ji kesî re venegotibûn. Yanî di esasê de jinên xwe tenê hîs dikir, bi saya Reçelê hatine cem hev. Reçel hêza veguhertina çandî ye. Em pêşdarazên xwe jî dişikînin.”   Rumeysayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan Reçel pijirandiye, xistine kavanozan û got ji bo li tehma reçelan bê mêzekirin ji vê navnîşanê dikarin xwe bigihînin: http://recel-blog.com/