Bi KHK’ê îxrac kirin lê ji zarokan nekirin 2017-12-15 09:21:00   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Duygu Şahlar a mamosteya pêşdibistanê bû û hat îxrackirin, têkiliya ku bi zarokan re ava kiribû, KHK’ê nikaribû qut bike. Duygu piştî ji pîşeya xwe hat îxrackirin, bajar bi bajar geriya û ji zarokan re çîrok vegot. Duyguyê wiha got: “Ji me re gotin ‘di vê atmosferê de wê kes neyê, wê keda we wisa biçe’. Lê bi sedan kes hatin temaşekirina me. Salonên me tu caran vala neman. Me fêm kir ku hîna hêvî neqedyaye û wê neqede.”   Endama Egîtîm Senê Duygu Şahlar bi KHK’a sala borî hat weşandin ji peywira xwe ya li Antakyayê ji karê xwe yê mamostetiya dibistana dayikê hat îxrackirin. Duygu Şahlar ji bo têkiliya xwe ya bi zarokan re qût neke serî li rêyên din da. Çîrok berhev kirin û di projeya ‘Ezê tiştekî vebêjim ‘Eee’, Em xilas bûn?’ de kom kir û bajar bi bajar geriya, ji zarokan re çîrok vegot. Duyguyê sahne veguhert polê û  projeya ‘şanoya çîrokê’ ji ajansa me re vegot.   ‘Me têkoşîn tercih kir’   Duyguyê bi lêv kir ku ew hîna xwe mamoste dibîne û ev tişt anî ziman: “Ez jî wek hezaran kesî beyî sedem ji karê xwe hatim avêtin. Min û gelek hevalên xwe yên wek min têkoşîn tercih kir. Ji roja ewil de me serî netewand. Me qada perwerdeya alternatîf afirand û me perwerde da. Destpêkê bi me re fikar hebûn. Lê têkoşîna me gelek bi nirx bû. Ji ber li wir xespkirina mafekî mezin hebû. Mînaka herî mezin jî Nuriye û Semîh ên bi mehane di grevê de ne.”   ‘Piştevaniya me mezin bû’   Duyguyê daxuyakirin ku fikara şanoya çîrokê li ser têkiliya wê ya bi zarokan re derketiye holê û bi hevala xwe ya muzîkjen re ewil li taxan ji zarokan re çîrok vegotine. Duyguyê anî ziman ku piştre projeya xwe li bajarên Kurdistan, Behrareş û Egeyê berdewam kirine û wiha pê de çû: “Me li vir bi konser û çîrokan xîtabî gel kir. Me eleqeyek mezin dît. Ya herî xweş piştevaniya me ya ku mezin bû. Li her bajarî em bi Egîtîm Senê re bûn yek. Me beyî bendewariya aborî ev proje xit meriyetê.”   ‘Em hîn bêtir xurt bûn’   Duyguyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wê hêviya xwe wenda nekiriye û bi sê kesî dest pê kirine niha bûne malbatek mezin û got ew hîn bêtir xurt bûne.