Li dijî senaryoyên zîhniyeta mêr, bi têkoşîna jinan sînema 2017-12-13 09:30:21   Duygu Erol   ENQERE - Berovajî fîlmên ji kuştinên jinan, şîdet û biçûkxistina jinan re zemînê ava dikin, senarîst û derhênerên jin jî yên ji têkoşîna jinê tên jî hene.  Me hinek fîlmên ji piştevanî û dîroka jinê Îlham girtine rêz kirin.    Bêguman li dijî senaryoyên serdestiya mêr, fîlm û derhênerên ku kameraya xwe dane têkoşîna jinê hene. Ji sînemaya Tirkiyeyê û cîhanê bi fîlman têkoşîna jinê yên derketine pêş:   Veger (Volver)   Veger di 2006’an de hatiye kişandin û bi parastina zarokeke ku rastî îstîsmara zayendî ya hevjînê dayika xwe tê dest pê dike. Di fîlm de rewşa rengîn a piştevaniya jinê tê dîtin. Veger di gelek mîhrîcanan de hêjayê xelatê hat dîtin.   Suffragette   Suffragette di 2015’an de hatiye kişandin  têkoşîna jinan a mafê dengên wekhev tê vegotin. Fîlm cih dide têkoşîna li dijî hikumeta Îngilistanê jî.    Difret (Cesaret)   Dîfret di 2014’an de hatiye kişandin û  têkoşîna Hîrut a 16 salî ya di 1996’an de li welatê Etîyopyayê, ya li dijî mêran vedibêje. Di çîroka Hîrutê de parastina cewherî tê vegotin.   Kulîlka çolê   Fîlm di 2009’an de hatiye çêkirin. Di fîlm de çîroka Warîs Dîrîe ya 12 salî ku bi malbata xwe ya ji Somaliyê ye û hatiye sinetkirin, her wiha çawa hîn dibe ku bi mêrekî extiyar re hatiye zewicandin direve, vedibêje. Di fîlm de rastiya sineta jinan bal dikişîne.   Teredut   Teredut di 2016’an de hatiye kişandin û jiyana Şehnaz û Elmasê yên li cihên cuda û bi çandên cuda jiyane, ya li odeyeke nexweşxaneyê tên cem hev vedibêje.    Toz Bezi   Toz Bezî di 2015’an de hatiye kişandin û çîroka Nesrîn û Xatunê yên li Stenbolê wek kedkarên malê dixebitin û bi piştevaniya jinê dijîn vedibêje.    Persepolîs   Persepolîs di 2007’an de hatiye kişandin û ji çavê Marjane ya biçûk rejîma Îranê tê vegotin. Hinek fîlmên din:   Îşe Yarar Bîrşey, Ida, He Named Me Malala, Çekmeceler, The Iron Lady, Help, Made in Dagenham, Kizarmiş Yeşil Domatesler, Mor Yillar, Demîr Çenelî Melekler, Kahîre 678, Saatler, Frida, Vecide…