Navenda Çandê ya Weşûkanî bi xebata xwe balê dikşîne ser xwe! 2017-12-11 09:07:14   Dîlber Mihemed   SERÊKANIYÊ - Li Bajarê Serêkaniyê di 27'ê Mijdara 2013'an de Navenda Çandê ya Weşûkanî hat  vekirin. Navend bi vekirina xwe re kar û xebatên komên xwe berfireh kir û  5 beşên çandê cihê xwe  di vê navenda çand û hunera Serêkaniyê de girtin.   Li Bajarê Serêkaniyê di 27'ê Mijdara 2013'an de Navenda Çandê ya Weşûkanî hat  vekirin. Navend bi vekirina xwe re kar û xebatên komên xwe berfireh kir û  5 beşên çandê cihê xwe  di vê navenda çand û hunera Serêkaniyê de girtin: beşa dîlanê, beşa muzikê, beşa şanoyê, beşa wêjeyê, beşa raghandinê û pirtûkxaneyê ne. Di vê demê de jinan jî bi komên xweser cihê xwe di beşên muzikê û dîlanê de  girtin.   Piştî Şerêkaniyê xebata me xurt bû!   Derbarê xebata çand û hunerê ya Kevana Zêrîn de ku ew jî li heman navendê cihê xwe digire de  Rêvebera Tevgera Çanda û Hunera jinên Kevana  Zêrîn ya bajarê Serêkaniyê  Gulnaz Bilokê axivî û diyar kir ku beriya navenda wan bê vekirin bi koman dest pê kirin û wiha got: " Destpêka ku Navenda Çand û Hunerê bê vekirin me bi koman dest bi xebatê kir û  bi giştî xebat dihatin meşandin. Pir caran me provayên xwe li malê dikirin. Piştî şerê li Bajarê Serêkaniyê  Navenda Weşûkanî hat vekirin. Di navenda me de beşa dîlanê, muzik, şano, wêje, raghandin, pirtûkxane û beşa ji bo zarokan jî cihê xwe digirin."    Li navendê berdevkiya hevbeş heye   Gulnazê da zanîn ku jin weke Komên Xweser di demên berê de tunebûn, lê piştî ku ev navend hat avakirin jinê cihê xwe di nav karê xweser û yên giştî de jî girtiye û wiha got: "Jinan di serî de wekî kom cihên xwe di navendê de negirtin, lê niha di vê navendê de jin cihê xwe  digirin. Ji komên me yên xweser ên jinê Koma Şehîd Delîla koma ku herî zêde berhem dane ye. Jin di beşa şanoyê de jî dixebitin û hefteyê du rojan perwerdeyê dibînin. Komek ji bo keçên biçûk jî hebû. Navê vê komê jî Koma Şehîd Şînda bû Navê Koma şehîd Şînda bû. Her beşek vê navendê yek jin û yek jî zilam e û pergala berdevkiya hevbeş tê meşandin. Em dikarin bêjin ku yên herî zêde kar dikin û yên ku pêşengtiyê dikin di navenda Waşûkanî de Kevana Zêrîn e."    Avakirina odeyên çandê   Gulnazê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di demê pêş de ew ê odeyên çandê li gundan werin vekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Bangewaziya me ji gelên me re ev e  ku ji aliyê çand û hûnerê ve xwe cuda nebinîn. Bi taybetî jî pêkhateyên ereb. Ji ber ku em dibêjin di demên pêş de jî em ê odeyên çandê li gundan jî vebikin û ez bi hêvî me ku kes werin û qeyda xwe çêbikin. Bi taybetî em dixwazin ku jinên 20 û 25 salî  werin li gel me bixebitin."