Xwediyê berhemên li Guantanamoyê tê hilberandin DYA ye 2017-12-09 09:20:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên li Girtîgeha Guantanamo hilberînên hunerî dikin, derbarê wêneyên xêz dikin nikarin maf îdia bikin. Ev mijara ku bi pêşangeheke wêneyan hat rojevê, derbarê wê de li Pentagonê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku xwediyê van hilberînan hikûmeta DYA’yê ye.   Girtiyên girtîgeha Guantanamo   derbarê wêneyên xêz dikin de nikarin maf îdia bikin. 36 wêne û peykerên aydê 8  girtiyan ji meha cotmehê heta niha di bin navê ‘Ode to the Sea’ li Dibistana Bilind a Hiqûqa Cezayê  a John Jay tê raxistin.  Lê mafê telîfê yê girtiyan tuneye.    Ji rojnameya Mîamî Herald, Carol Rosenberg derbarê mijarê de di nivîsek xwe de got: “Pentagonê li hemû berhemên hunerî maf îda kir. Dikarin van xebatan bişewitînin.”   Carol bal kişand ser vê binpêkirina maf û got: “Di dema Bush de li girtîgehan dersên hunerê dest pê kir.  Ev rêbaz bi ser ket û personelên leşkerî yên DYA’yê jî ji van dersan bi bandor bûn.  Girtiyan ev xebatên xwe wek diyarî ji malbat û parêzerên xwe re dişand.  Lê ev xebat beriya bên çandin dihatin lêkolînkirin ku bi van berheman peyam tên dayîn an na.”   Piştî hat gotin ku ev berhem di bin navê pêşangeha ‘Ode to the Sea’ de tên raxistin, berdevkê Pentagonê Ben Sakrîsson daxuyanî da û got hemû berhemên li girtîgehê aydê hikûmeta DYA’yê ne.    Rexnegirt jî diyar dikin ku bi van polîtîkayan hewl didin girtiyan bê nasname bihêlin.   Werger: Jin News