Jinên Kurd li metropolan jî dest ji cil û bergên xwe bernadin 2017-12-07 09:14:00   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Cil û bergên netewî yên Kurdan jî wek ziman û her wekî din li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê berxwe daye û jinên  neçar mane koçî bajarê Çukurovayê bikin jî dest ji cilên xwe bernadine. Cil û bergên rengîn ên di demên dawî de wek propagandaya rêxistinê tê dîtin, tevlî her tiştî di dawetan de tên lixwekirin.   Gelê Kurd bi sedsalan e di jiyana xwe ya rojane de bi cil û bergên xwe yên neteweyî yên li xwe dikin balê dikişînin. Jin kiras û sermil, mêr jî şal û şepik li xwe dikin. Nav û modelên cil û bergan li gorî herêman diguhere lê  wek cil û bergên neteweyî tên qebûlkirin. Ev cil û berg di demên dawî de wek hêmaya sûc tên qebûlkirin. Jinên Kurd ên li metropolan dijîn jî  kiras û sermilên xwe di sindoqan de vedişêrin.   Kesên dest ji çanda xwe berneda ne   Di 2015’an de di 10’emîn xala ‘Pakêta Ewlehiyê de’ şal û şepik wek ‘unîforma’ hatiye qebûlkirin û di rewşa ku bê lixwekirin de ceza ji 6 mehan dihat destpêkirin. Lê şal û şepik jî, kiras jî di hemû dawetan de tê lixwekirin.   Jinên Kurd ên di salên 90’î de ji ber polîtîkayên koçberkirinê koçî bajarên Tirkiyeyê kirine tevlî her tiştî dest ji çanda xwe bernadin. Jinên Kurd bi taybet di Newrozan de di dawet, nîşan û rojên taybet de kirasên xwe yên bi heybet li xwe dikin.   Jin xwedî li cil û bergên xwe derdikevin   Piştî îlankirina OHAL’ê şûnde  cil û berg wek ‘propagandaya rêxistinê’ hatin  hesibandin û ji ber vê sedemê derbarê gelek jinan de doz hatiye vekirin. Lê tevlî her tiştî jin xwedî lê derdikevin. Bi taybet jinên Kurd ên li bajarên Çukurovayê dijîn  tevlî hewldanên asîmîlasyon û modernîzmê cilên xwe lixwe dikin û tevlî dawetan dibin.