Ji Sînemaya Kedê deriyê ‘morkirî’ ma... 2017-12-06 09:22:28   Hîkmet Tunç    WAN - Fayton, gazoz û sînema… di salên 60’î de gelê Wanê bi van sê hevokan kelecanî dibûn. Niha ji vê tenê deriyê morkirî yê Sînemaya Kedê maye.   Sînemaya Kedê ev 40 sal bû hezkiriyên sînemayê dianî cem hev. Ev 10 sal in deriyê Sînemaya Kedê girtiye. Her wiha Sînemaya Kedê ji ber nîqaşa şêniyên avahiyê bûye mijara darazê.   Avahiya sînema lê ye bi xebatên înşatê di bin dorpêçê de ye.  Katê jor jî ev demek dirêje wek gazîno tê bikaranîn. Rewşa sînemayê ya niha gelek xerab e.    Wek biçin baloyê…   Ji ber şert û mercên feodal ên demî sînema hefteyê du rojan ji bo jinan dihat vekirin. Li gor vegotinan jin roja diçûn temaşekirina fîlm weke ku biçin baloyê xwe amade dikirin.   Jinan du rojan eleqeyek mezin nîşanî sînemayê didan. Sînemaya Kedê jî nisîbê xwe ji darbeya 12’ê îlonê girt. Fîlmên civakî dihatin sansurkirin an jî bi tevahî dihat rakirin. Her ku huner û sînema diguherî hişê çandî yê gel jî diguherî. Şûna Yilmaz Guney êdî nûnerên çanda arabesk girtibû.   Li aliyê din jî televîzyonan sînemaya her kesî biribû malên wan û rojên ku jin diçûn sînemayê ji holê rabûn.   Çanda arabesk û pornografîk   Di salên 90’î de  hemû kahwexane bûn salonên sînemayê. Lê ne fîlmên civakî fîlmên pornoyê bûn. Çanda pornografî wê demê dibe tercîha gel. Di salên 2000’î de êdî bi tevahî ew gelê mutevazî yên diçûn fîlm teşame dikirin tunebûbûn.