Xaniyên dîrokî bi tunebûnê rû bi rû ne 2017-12-06 09:10:56 Gulîstan Azad MELETÎ - Xaniyên dîrokî yên aydê Ermeniyan û koşka Boztepeyê bi xetereya tunebûnê rû bi rû mane. Welatî ji ber  îhtîmala hilweşîna koşkê bi fikar in û gotin:" Qey heta ser hinekan de hilneweşe, tedbîr nayê girtin?"   Li Meletiyê konaxên aydê Ermeniyan li ber tunebûnê ne. Koşka Boztepe ya li taxa Goztepeyê jî nemaye ku hilweşe û xaniyên dîrokî jî ji ber şewata derketiye bi xesar in. Welatî li dijî rewşa van xaniyan bi bertek in.   ‘Divê demildest bên restorekirin’   Melek Korkmaz a 45 salî diyar kir ku divê ji bo restorekirina Koşka Boztepe ya dîrokî hemû sazî bikevin nav tevgerê û dema ku ev xanî neyên restorekirin dê hilweşin. Loma banga tedbîra lezgîn kir.   Melekê da xuyakirin ku avahî hema dibe ku bikevin û wiha pê de çû: “ Nemaye avahî bikeve. Lê tu tedbîr nayên girtin. Her roj di kolanê de bi dehan kes derbas dibin. Gelo heta ser yekê de nekeve wê tedbîr neyê girtin. Ger bi ser hinekan de bikeve wê berpirs kî be?”   ‘Tu tedbîr nayê girtin’   Zehra Çelîk (60) jî bi lêv kir ku koşk li kolana herî qerebalix a Meletiyê cih digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Koşk di vê rewşê de hiştine û ev jî li dijî gel bê rêzdarî ye. Qaşo şaredariyê bi hesinan li dora koşkê bariyer çêkiriye. Em fêm nakin ev bariyer kêrî çi tê. Sîwana koşkê dibe bi ser me de bê xwarê. Barîyer birine ber derî. Gelo ma ev wê me biparêze?”   Şems Sonmez a 19 salî jî diyar kir ku koşk veguheriye sergo û got heybeta dîrokî ya koşkê tune bûye.