‘Astengkirina Pirtûkxaneya Bideng îşkenceya sîstematîk e’ 2017-12-05 09:06:12   AMED - Roza Metîna ku  di Pirtûkxaneya Bideng a ji aliyê qeyûm ve hat girtin de demekê bû ‘deng’ û ji zarokên astengdar re çîrokên Kurdî dixwend wiha got: “ Astengkirina projeya Pirtûkxaneya Bideng, careke din îşkenceya sîstematîk a li ser zarokan pêk tê nîşan dide.”   Pirtûkxaneya Bideng a di 2014’an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat vekirin, piştî qeyûm hat tayînkirin hat girtin. Ji bo zarokên astengdar bigihêjin çavkaniyên bi zimanê dayika xwe pirtûkxaneya bideng hatibû vekirin. Pirtûkên bideng li malpera webê ya şaredariyê hatibû barkirin û piştî qayûm, hat astengkirin. Yek ji kesên di pirtûkxaneya bideng de pirtûk dixwend Rojnameger - Nivîskar Roza Metîna bû. Roza Metîna derbarê mijarê de nirxandin kir.   Girtina wê nayê qebûlkirin   Rozayê got pirtûkxaneya bideng a ji bo zarokên astengdar hatibû vekirin, dema Hevşaredar Gultan Kişanak de amade bûye û got di çarçoveya xebatê de bi sê zaravayên Kurdî; Kurmancî, Dimilkî û Soranî pirtûk hatine xwendin û got ev polîtîkaya qeyûm nayê qebûlkirin.   Rozayê bal kişand ser armanca sereke ya xwendina çîrokan û ev tişt anî ziman: “ Armanca pirtûkxaneyê ev bû zarok bi çand û zimanê xwe bijîn. Zarokên astengdar bi saya vê gûhdarkirinê hîn dibûn û di vê çarçoveyê de ziman û çanda xwe jî dijiyan. Di vê pêvajoya ku asîmîlasyon tê jiyîn de astengkirina vê projeyê  careke din îşkenceya li dijî zarokan derxist holê.   Rozayê diyar kir ku keda mamosteyên Kreşa Zarokîstanê jî di projeyê de girîng e û gelek mamosteyên kreşê piştî qeyûm di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji kar hatine derxistin.   Rozayê bi lêv kir ku divê ji bo zarokan bibin yek dil û divê hêza rêxistinbûnê mezin bikin.