Serlêdana ji bo Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Londoanê berdewam dike 2017-11-29 12:11:06   LONDON - Serlêdanên jî bo 10'emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê ku di 13 'ê mijdarê de hatinbûn destpêkirin berdewam dikin.    Serlêdana ji bo tevlibûna 10'emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê ku wê di navbera 13 -22'yê nîsanê de bê li darxistin berdewam dike. Serlêndanên ku di 13'ê mijdarê de hatibûn destpêkirin wê hata 15'ê çileya 2018'an berdewam bikin.   Mijara Sereke ya fîlmên ku wê tevli mîhrîcanê bibin vê salê bûyerên dawîn ên li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn in. Ji ber vê di mîhrîcanê de wê li ser berxwedana dîrokî ya li heberê DAÎŞ'ê ya li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bê rawestîndin.   Beşên ji bo serlêdanê ku hatine diyarkirin ev in: Fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlm. Bi beramberiya 6'emîn Pêşbaziya Kurtefîlman a Yılmaz Guney, îsal mîhrîcan wê diyariyeke taybet bide Belgefîlma herî baş. Serlêdan ji bo hemû beşan heta 15 çileya 2018'an wê berdewam bikin.    Navnîşana mîhrîcanê ya ji bo serlêdanê wiha ye “Filmfreeway” (https://filmfreeway.com/)    Her wiha ji bo zêdetir agahiyên ku ka çawa fîlm tên şandin jî hûn dikarin serî li vê navnîşanê bidin: www.lkff.co.uk  Hûn dikarin pirsên xe yên derheqê sponsortî, hevkarî û dilxwaziyê de jî bişînin info@lkff.co.uk