Her jinek çîrokeke wê heye: Hun jî binivîsin 2017-11-27 17:11:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Hevdîtinê ya Jinê UTAMARA şertên tevlibûna 3 emîn çalakiya pirtûkên helbet û çîrokan ya bi navê "Her Jinek Çîrokek Wê He" aşkera kir.    Navenda Hevdîtinê ya Jinê UTAMARA bi daxuyaniyekê şertên tevlibûna 3 emîn çalakiya pirtûkên helbet û çîrokan ya bi navê "Her Jinek Çîrokek Wê He"  aşkera kir.    Daxuyaniya UTAMARA'yê Wuha ye: "Ji roja yekî ku tê bîra we heta roja îro, we çi dît û çi jiyan kir, viya binivisînin. Em ê wan nivîsên biwate bidin çapkirin, da ku her kes bizanibe ku jin serî hildide, jin têdikoşin, jin li berxwe didin. Jin dikare azad be û her qada jiyanê bizivire qada şoreşê. Jin dê şoreşa wêjeyê pêk tînin. Ev jî şoreşa nivîskaran e ku nivîsên xwe diyarî hemû mirova û gelên bindest dikin.“ Bi vî awayî me di sala 2014'an de jinan dawet kiribû ku dest bi nivîsê bikin û bi rastî gelek berhemên bihêz û biwate gihîştin destên xwendekaran.   Ev sal em pirsa xeyal û daxwazên we dikin. Raman û hesretên me yên pêşerojê çavkaniya hêza me ya têkoşîn û berxwedanê ne. Em dixwazin çawa bijîn? Hineka dibêjin ku hêza guhertin û veguhertinê di hêzbûna xeyalê de veşartî ye. Hêvî çavkaniya me ya têkoşînê ye. Bi hedefên hevpar em hêza xwe dikin yek da ku em bi hev re bimeşin û serî hildidin.   Hêvî û xeyalên jinan yên pêşerojê dikarin bibin bingeha jiyaneke azad û birûmet, jiyaneke bê tundî û bê bindestiyê. Bi roja 25‘ê Mijdarê ve, Roja Navnetewî ya li hemberî tundiya li ser jinê, em banga hemû jinan dikin ku pênûsê bigirin destê xwe û heta Roja Têkoşîna Jinan ya 8‘ê Adarê 2018‘an ve xeyal, daxwaz û hêviyên xwe bi rêya helbest û çîrokan îfadebikin, ji me re rêbikin û bi vî awayî diyarî me hemûyan bikin."   Şertên tevlîbûnê:   * Di vê bangawaziya nivîsandinê helbest û çîrok tên qebûlkirin ku behsa jin, jiyana wan û pêkhateyên wan tê kirin.   * Ên zêde dû çîrok yan jî du helbest, yan jî yek çîrok û yek helbest dikarin bên şandin. Berhemên ku ji me re tên şûn de nayin dayîn. Dema ku hûn ji me re berhemên xwe dişînin hûn qebûl dikin jî ku ev berhem werin çapkirin. Berhem bi naveke hûnerî jî dikarin bên çapkirin.   *Çîrok û helbest ji 5 pelên A4 mezintirîn nebin (bejna nivîsê ya 12) û yan bi destan nivîsandî yan bi rêya dijîtal dikarin bên şandin.   *Wexta şandina nivîsan di roja 8‘ê Adarê 2018‘an de bidawî dibe.   * Jinên ku tevlî bangawaziyê dibin navê xwe, navnîşan, E-Mail, numera telefonê û eger mimkûn be pêkhateyeke kin û wêneyeke xwe ji me re rêbikin.   * Çîrok û helbest bi zimanê Elmanî, Inglizî, Kurdî û Tirkî dikarin bên şandin.   Ji bo têkiliyê navnîşan:   Frauenbegegnungsstätte UTAMARA e.V.   "Jede Frau hat eine Geschichte"   In der Stehle 26   53547 Kasbach-Ohlenberg   E-mail: infoutamara.org   Tel. 0049 (0) 2644-602424