‘Pêşiya xeyalên xwe bernedin’ 2017-11-27 10:03:44   ÇANAKKALE - Derhênera Fransî ya belgefîlma ‘Kokunu kazimak’ Katîfa Cafe bi lêv kir ku derhênerên jin li her derê  cîhanê rastî astengiyan tên û got ji çêkirina fîlman netirsin û dest ji xeyalên xwe bernedin.    Belgefîlmê ‘Kokunu Kazimak’ yê di Festîvala Fîlman a Ekolojîk a Navneteweyî ya Bozcaadayê de hat nîşandan rastî eleqeyek mezin hat. Derhênera belgefîlm Katîa Cafe ya li Kanadayê dijî diyar kir ku di belgefîlma xwe de bal dikişîne ser ekolojiyê û  ji civaknasiyê fêde girtiye.    Katîayê da xuyakirin ku hema hema hemû welatên cîhanê ziyaret kiriye û li welatên wekî Kanada û Fransayê jî derhênerên jin zehmetiyan dikişînin û wiha pê de çû: “ Jin divê her tim ji mêran zêdetir bixebitin. Divê jin zêdetir balê bikişînin. Ji bo di mîhrîcanan de ji mêran zêdetir eleqe bê nîşan dan divê jin zêdetir bixebitin. Bawer im li Tirkiyeyê jî wisa ye. Ji ber vê divê jin li her derê di nava piştevaniyê de bin.”   Katîayê di berdewamiyê de anî ziman ku hikûmeta Kanadayê di 2011’an de ji bo hejmara derhênerên jin zêde bibe butçe zêde kiriye, lê dîsa mêr zêdetir fîlman çêdikin.    Katîayê bang li hemû jinan kir ku bila dest ji xeyalên xwe bernedin.