Eşîk: Ya tê vegotin çîroka te ye… 2017-11-26 09:22:09   Berîtan Canozer   STENBOL- Fîlmê rojnameger Dîlek Gul yê bi navê ‘Eşîk’ dibê derdikeve pêşberî temaşevanan. Fîlm çîroka çar jinên Sûriyeyê vedibêje. Dîlekê der barê fîlm de agahî dan û got: “Jin beyî ji dewlet û mêran tiştekî bipên dikarin li ser piyan bisekinin.Em ji ku derê vê têkoşînê bigirin jî ev destkeftin e. Ez bang li hemû jinan dikim ku tevlî galaya fîlm bibin.”   Rojnameger Dîlek Gul da zanîn ku ne mumkun bû xwe bigihîne hemû jinan lê bi piştgiriya Komeleya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Şîdeta Zayendî xwe gîhandine van çar jinan û fîlmekî biyografîk amade kirine.  tevî çar jinên cuda, çar çîrokên cuda fîlm hemû jinan di hesta hevpar de tîne cem hev.   Jin her tim mexdurbûnê hatin rojevê   Dîlek ku nûçegîhana ÎMC TV ya bi KHK’ê hat girtinê bû diyar kir ku dema nûçegihanî dikir li herêma şer xebitiye û jinên li wir bi bandor bûye dest bi xebatek wisa kiriye. Dîlekê wiha got: “Di dema nûçegîhaniyê de min li gelek nokteyan nûçe çêkir. Ev jî di ÎMC de bû. Ez li Dîlok û Rihayê xebitîm. Tobloyên li vir qet ne baş bû. Jinên Sûriyeyê her tim bi fuhuş, tecawiz, tacîz û mexduriyetên cuda dihatin rojevê.”   ‘Yek yek min xwe gîhand hemû jinan’   Dîlekê daxuyakirin ku kêm be jî ji bo piştgiriyê bide têkoşîna jinan dest bi vê projeyê kiriye û wiha pê de çû: “Dema di ÎMC de bûm ev di hişê min de bû. Piştî ÎMC hat girtin min dest bi xebatan kir. Yek bi yek min xwe gîhan jinên Sûiryeyê. Me dest dirêjî hemûyan kir. Ev di heman demê de projeyek ekîbê ye. Min tenê ev xebat nemeşand.”   Dîlekê di berdewamiyê de bi lêv kir ku çawa dest bi projeyê kirine roj bi roj mezin bûne û got armanca wan ev bû ku xwe bigihînin 10 jinan lê wan bi 30 jinî re hevdîtin kirine.  Dîlekê wiha got: “Me bi atolyeyan pirsgirêkên jinan guhdar kir.  Me nexşerêya xwe diyar kir. Yanî min faliyetên xwe yên rojnamegeriyê jî meşand. Navê belgefîlmê ‘eşîk e’.”   Dîlekê bi lêv kir ku çîroka her jinekê xwedî wateyek cudaye û got ji hemû çîrokan bi bandor bûye. Fîlmê ‘eşîk’ di 27’ê Mijdarê de saet di 19.00’an de wê li navenda Çanda Fransiz derkeve pêşberî temaşevanan.