Taritiya komkujiyê bi tuvalên rengîn digire 2017-11-18 09:48:48   Habîbe Eren   ENQERE - Gunay Karakuş a di komkujiya 10’ê Cotmehê de bi awayekî birîndar xilas bû û protez li çîma wê hat xistin, wêneyên xêz kiriye  di pêşangeha bi navê Ekînoks de pêşkêş kir. Ekînoks tê wateya şev û rojê û Gunayê jî li gorî cîhana xwe bi nav dike û dibêje: “Tarîtî hîna baş neçûye, hîna heye… Di rûyên xêzan de hîn fikar û keder heye. Min ew bi rengan tevlî hev kir.”   Gunay Karakuş di komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de birîndar xilas bû û di  pêvajoya li nexweşxaneyê bû xêzên xwe yên boyaxê niha di pêşanegehekê de pêşkêş dike. Gunayê di 4 mehên li nexweşxanê ma de wêne xêz kir û pêşangeha wê di navbera 15-22’ê Mijdarê de li Galeriya Çankayayê tê pêşkêşkirin. Gunayê mamostetiya îngîlîzî dixwîne û di 10’ê Cotmehê de ji Edenê bi hevalên xwe re hat mîtîngê. Di komkujiyê de du hevalên wê jiyana xwe ji dest da û Gunayê jî çîmek xwe wenda kir.   Gunayê çawa ji beşa giran dertê dest bi xêzan dike. Wêneyê wê yê ewil jineke fîstan kesk, ya bi çîma wê de kûlîk vekiriye. Piştî vê xêzê bi piştgiriyê xwe zêdetir da ser xêzan.   Ekînoks: Bi hêvî û berxwedanê ew tarîtî bû wek hev   Navê pêşangehê ekînoks e. Gunayê wiha dibêje: "Em di 10’ê Cotmehê de travma û taritiyek mezin jiyan. Ligel keder, xemgînî û têkçûnê, bi piştevaniyê, hêvî û berxwedanê ew tarîtî bû wek hev. Tarîtî hîna baş neçûye, heye. Lê me rastî dizanî û di hema demê de ronahiyek afirand. Wêneyên min zêdetir şopa berxwedan û hêviyê dihewîne."   Gunayê destnîşan kir ku  piştî dermankirinê vegeryaye Edeneyê û ji ber dermankirinê dem bi dem çûye Enqereyê û got: “Ez di hatin û çûyînan de diçûm komeleya xwişka xwe ya Tuzluçayirê. Yên komeleyê wêneyên min gelek ecibandin. Bi min bawer kirin. Lê fikra pêşangehê ji bo min tiştekî ecêb bû. Ji ber qet perwerdeya min tunebû. Lê wan cesaret dan min.”   Gunayê bal kişand ser piştevaniya mezin ya piştî komkujiyê û got di roja pêşangehê de jî heman piştevanî hîs kiriye.