Yekemîn Festîvala Şanoyê li Rojavayê Kurdistan dest pê kir 2017-11-13 15:27:12   EFRÎN - Tevgera Çand û Hunerê bi dirûşma "Em jiyanê diçîn" Mîhrîcana Şano abi navê 'MÎTAN3" li herêma Efrînê li dar xist.   Bi armanca gihandina rastiya civakê û hişyarkirina wê di heman demê de bi armanca xurtkirina çanda wekheviya  gelan, ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ve bi dirûşma "Em jiyanê diçînin"  yekemîn mîhrîcana şano li Navanda Çand û Hunerê li dar xist.    Roja yekemîn a mîrîcanê bi lîstika bi navê 'NEYNIK' hat destpêkirin. Ji bo mîhrîcana ku wê hata 24'ê mehê berdewam bike sazî û dazgehên kantona Efrînê,endamên çand û hunerê,pêkhateyê ereb û bi dehan şêniyên kantonê tevli bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê. Seroka Desteya Çand û Hunerê Bêrîvan Şilfo, Rêvebera navenda çandê Şîraz Hemo, Rêvebera Tevgera Civaka Demokratîk Xebat Mihemed axivîn.   Di axftinên hatin kirin de bal hat kişandin ser girîngiya şanoyê û wiha hat gotin: “Şer ne tenê bi siyasetê û leşkeran tê kirin, şer bi parastina çand û exlaq a gel tê kirin. Şano neynika civakê ye ji ber ku rastiya civakê û pêrsgirêkên wan derdixe pêş û bi xwe çareser dike."