Dengê wenda stranên xwe diyarî têkoşîna Kurdîstanê dike 2017-11-11 09:05:34   Zeynep Turgut   MÛŞ - Li gundê Tirtopê  jina bi navê Gurbet Erkol ji zarokatiya xwe heta niha stranan dibêje. Gurbetê diyar kir ku di zarokatiya xwe de xeyala wê hûnermendî bû û got ku her straneke xwe ew diyarî têkoşîna Kurdîstanê dike.    Ji dîrokê heya niha jinên kurd  her tim bi klaman êş û birînên xwe anîne zimên. Li Gundê girêdayî navçeya  Kopê Tirtopê  jina  bi navê  Gurbet Erkol di temenê xwe yê biçûk de heya niha  stranan dibêje. Her çiqas li gund stran gotin ji bo jinan şerim bê dîtin  jî  Gurbet dev ji  strandina xwe bernade.    ‘Li gundê strandin şerm e’   Gurbetê anî ziman ku wê her tim dixwast  bibe hûnermend û got ku ew bi stran gotinê aram dibe û wiha axivi;”Min di zarokatiya xwe de her tim diya xwe guhdar dikir. Bi rastî stranan her tim bala min dikşand. Stranan bandorek mezin li ser min dikir. Ji xwe her dayikeke kurd bêgûman hûnermend e. Ez ji diya xwe hînî stranan bûm. Lê jin nikarin stranan bêjin. Stran gotina jinan mîna şerimê tê dîtin. Gava ku em dibêjin jî tenê em jin dengê hevdû dibihîzîn. Her çiqas di civakê de êrîşeke bi vî awayî hebûye jî min dev ji stran gotinê berneda. Ez di temenê 17 salî de hatim zewicandin. Di zarokatiyê de hûnermendî her tim xeyalekê min bû. Lê ez zewicandim. Bi rastî jiyana min ewqas jî neguhêrî min dîsa strand. Min her tim  Şehrîbana Kurdî guhdarîdikir. Kêfa min ji dengê wê re dihat. Di gundê me de zêdetir jin stran û klaman dibêjin. Lê mêr dibêjin stran gotina jinan şerm e. ”   ‘Ez stranên govendî dibêjim ’   Gurbetê bi lêv kir  ku ew her straneke xwe diyarî têkoşîna Kurdîstanê dike û got ku hesreta welat bi stran gotinê derbas dike û wiha berdewam kir;”Kêfa min zêdetir ji stranên govendî re tê. Cîranên me ji bo ku min guhdarî bikin, her tim tên malê ji min re dibêjin ji me re stranan bêje. Ez jî dibêjim. Min di zarokatiya xwe de zêdetir stran digotin. Niha jî dibêjim. Lewra ne mîna zarokatiya xwe. Ez hatime vî temenê xwe heya niha min her tim stran gotine. Ez stranên dilşewat zêdetir, stranên govendî dibêjim. Ji ber ku gelê kurd her tim bi girtina govendê dest bi têkoşînê kiriye. Ez her stranekê ji bo têkoşîna Kurdîstanê dibêjim. Em jin ji stranan û kelecanê pir hez dikîn. Ger ku stran û govend di jiyana me de nebe nabe. Di malbata me de Her jinek stranan dibêje. Êdî bûye  kevneşopiyek.”   ‘Her klamek û stranek berdewamiya têkoşîna Eyşe Şana ne’   Gurbetê herî dawî da zanîn ku ew ji stran gotinê natirse û got ku di her malbatekê de Eyşe Şanek heye û wiha dawî da axiftina xwe;”Dengbêj Eyşe Şanê  li hemberî civaka feodal têkoşîneke mezin da. Qet dev ji klam gotinê berneda. Heya dawiyê tekoşîya û  Kurdîstanê bû dengbêjek bi nav û deng. Ez ji têkoşîna Eyşe Şanê hêzê  digirim û dev ji stran gotinê bernadim. Her klamek û stranek gotin berdewamiya têkoşîna Eyşe Şana ne. “