Dêra 700 salî ku di nava sînorê leşkeriyê de ye nikare bê ziyaretkirin! 2017-11-08 09:18:51 Zeynep Turgut WAN - Dêra Bartholomeus a ku xwedî dîrokeke kevnare bi tu awayî nayê parastin. Dêra ku şahîdî ji hemû şerên cîhanê re kiriye niha terikî qedera xwe hatiye kirin.    Bi salane li  Tirkiyeyê  dêrên dîrokî tune tên hesibandin. Yek ji van dêran jî dêra Bartholomeus a ku xwedî dîrokeke kevnare ye. Dêra ku bi tu awayî nayê parastin şahîdî ji hemû şerên cîhanê re kiriye û niha terikî qedera xwe hatiye kirin.    Li Tirkiyeyê bi salane  gelên ku  xwedî baweriyên cûda ne bi çand û dîroka xwe ji nedîti ve tên. Ku berî bi salan bi qirkirin û tundiya hat kirin gelê ermenî ji ser axa xwe hat koçberkirin hîna şopên ermeniyan û bermahiyên wan ên dîrokî hebûna xwe diparêzin. Li her deverên Tirkiyeyê dêrên dîrokî yan mîna amûrê tûrîzmê tên dîtin an jî ji bo ku nayên parastin werdigerînin  axuran û nayên parastin. Li gundê Albayrak ê Ebaxa wanê  dêra ku 700 sal e hebûna xwe parastiye niha terikî qedera xwe hatiye kirin. Her wiha dêra ku bi salane ji aliyê wargeha leşkeri ve hatibû dorpêçkriin, niha jî ji ber têlên rêsayî nikare bê ziyaretkirin.    Ji wargeha leşkerî  rizgar bû lê ji esarete rizgarnebû!   Li navçeya Elbaxê li gundê Albayrakê dêra bi navê Bartholomeus ji dîrokê heya niha hebûna xwe parastiye. Dêra dîrokî heya niha şahidî ji gelek şerên netewewyî re jî kirîye. Her çiqas 700 sal hebûna xwe biparêze jî ji aliyê Muduryeta Çandê ve bi tu awayî nayê parastin. Dêra Bartholomeus bi salane ji aliyê hikûmetê ve di nav sînorên wargêha leşkerî de dihat girtin. Dêra ku îsal esaretê  rizgar bûye hîna derdora wê bi telan girtî ye. Têlên ku ji aliyê wargeha leşkerî ve li dêrê hatine pêçan dibin sedema tirsê. Ji ber têlan ne gundî ne jî tûrîst dêra dîrokî zîyaret nakin.  Herwiha alên ku li derdora dêrê hatine daliqandin jî balê dikşînin.    Niştecihên  gund bertek nîşanî neparastina dêrê dan û gotin ku dêra Bartholomeus dîrokî ye û divê xwedî li vê dîrokê bê derketin.