Li Bajarê Hesekê 3. Mihrîcana çand û hûnerê hat li darxistin 2017-11-05 10:37:09   HESEKÊ-Li Hesekê zarokên Navenda  Çand û Hunerê ji ber serkeftina xwe ya di mihrîcanê de xelat wergirtin.   Li Bajarokê Hesekê li Navenda Çand û Hunerê  ya zarokên komên çand û hunerê ji ber serkeftin û tevlibûna xwe ya 3'emîn mihrîcana zarokan bi şahiyekê hatin xelatkirin.    Şahiya ku hat lidarixistin bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo berxwedêrên azadiye hat destpêkirin û piştre zarokan bi muzîk û şano govenda şehiyê geş kirin. Koma muzîkê ya 'Şehîd Zîlan' stranên xwe yên şoreşgerî ji bo zarokan pêşkêş kirin. Her wiha koma dîlanê ya "Şehîd Raperîn" jî ji bo zarokan gonvend gerand. Koma şanoyê ya "Şehîd Şiyar" lîstika xwe ya bi navê    DAIŞ'ê ku zilma li ser jinan dan meşandên ji bo zarokan pêşkêş kir.    Di dawiya mihrîcanê de dayika  Şehîd Şiyar  Fehîma Ebrahîm û dayîka  Şehîd Ezîz  Şehnaz Elî xelatên zarokan li wan belav kirin. Her wiha li zarokan pêlîstok jî hatin belavkirin.