Hatîce ya ku hatiye îxrackirin, bi sînemayê berxwe dide 2017-11-04 09:35:55   Melîke Aydin   DÊRSÎM - Hatîce Bor a bi KHK’ê ji pîşeya xwe hat îxrackirin, yekane salona sînemayê ya Dêrsîmê dişuxulîne. Armanca herî mezin a Hatîceyê ev e ku li  bajarê di encama zextên dewletê de veguheriye girtîgehê, faliyetên çand û hunerê xurt bike.   Li Dêrsîmê piştî qeyûm tayînê şaredariyê bû faaliyetên çand û hunerê hatin asta rawestinê. Piştî qeyûm bajar veguherî ‘girtîgeha vekirî’, welatî ji ber vê yekê gelek nerehetin. Ji bo pêkanîna faaliyetên çand û hûnerê jî cih nehiştin. Yên li dijî vê berxwe didin jî hene. Hatîce Bor a ku ajokara ambulansê bû û bi KHK’ê hat îxrackirin piştî rola xwe ya kurt ya di fîlmê ‘Zer’ de agahiyên sînemayê jî girt pişt xwe û  salona 62 Sînemayê ya yekane salona sînemayê ya Dêrsîmê ye dide xebitandin.   Hatîceyê diyar kir ku piştî bi KHK’ê hatiye îxrackirin şûnde salona sînemayê şixulandine û got ji firotina bîletê bigire heta paqijiya wê, heta hilbijartina fîlman û muhasebeya wê ew dikin.   Hatîceyê bi lêv kir ku ji ber li salona sînemayê makînaya dîjîtal tuneye, fîlmên rojane nikare nîşan bidin lê bi xebateke kolektîf, hem nîşandana fîlmên mîhrîcanan û hem jî lîstikên şanoyê derdixin pêşberî temaşevanan.   Hatîceyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew niha difikirin ku giraniyê bidin fîlmên jinan.