Deepa Mehta bi jinan re hat cem hev 2017-10-24 09:23:04 Gîzem Demîr /Melek Ozman* STENBOL - Deepa Mehta ku bi wesîleya Rojên Fîlmên Kanadayê li Stenbolê ye, ji Fîlmmor û Uçan Supurgeyê, heta hezkiriyên sînemayê û jinên hezkiriyên sînemayê re hat cem hev. Ji sînemaya femînîst heta tecrubeya sînemayê ya xwe axivî. Deepayê diyar kir ku divê hemû jin ji welîdînê de bibin femînîst.   Deepayê behsa tehdîdên mirin û şîdeta piştî fîlmê Fîre\Agir li Hîndîstanê hatiye jiyîn kir û got: “Belê  çêbû lê derbas bû.  Ez naxwazim xwe bikim leheng. Hêrs tiştekî başe lê ne alavek erênî ye. Me fîlmê Avê du caran kişand.   Cara ewil ji aliyê dewleta Hîndîstanê ve hat astengkirin.  Em hedefên hêsan bûn.  Ji bo ji nû ve bikişînim 5 salan sekinîm. Hêrsa min mezin bû.  Li gorî min fîlmekî der barê aştiyê de di dema hêrsê de divê neyê kirin.  Piştî hêrsa min sekinî 5 sal şûnde min kişand.”   Deepa wiha berdewam dike: “Sînema jî wek qadên din her tim bû kuluba mêran. Ji bo jin bikeve sînemayê wek qadên din gelek zehmte. Sînema wek formeke hunerê ne wek yên dine.  Wek gotin ‘ez ji xwe re muzîkê dikim’ mirov nekarin bêjin ez sînemayê dikim.  Ji bo vê ekîb û ekîpman hewceye.  Gelek pere divê hebe.  Sektorek pir bihaye. Her tim her der ji bo jinan zehmete.  Ji bo jinî her sektor zehmete lê ya sînemayê zehmetire.  Sînema zehmete lê mirov dikarin bariyetan bişikînin. Ger em bixwazin em dikarin bikin.  Em dikarin bi telefona xwe fîlm çêbikin, zehmete lê em dikarin bikin.  Divê em nêrîna xwe biguherin û dest pê bikin.  Şerê li jiyanê mayîne.  Mirov dikarin di rêya Gandî de biçin di ya Hîtler de jî biçin.  Ez rêya Gandî ya bê şîdet tercih dikim.  Divê em keçên xwe, kurênx we û xwişk û birayên xwe xurt bigihînin.  Ji ber her tişt di ciwaniyê de dest pê dike. Li gorî min ev girêdayê me ye. Fîlmên me çêkirin zehmet bûn. Dewletê astengî derxist.  Ti dewlet ji yên niha wê ne baştir bin.  Ev şerê jiyanê wê her tim hebe.”   Deepayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Li Hîndîstanê ji bo jiyana jinan zehmet bikin çi ji destê wan tên dikin.  rojnamegerên jin bi xetereyan re rû bi rû dimînin.  Rastî tehdîdên mirinê tên. Tên qetilkirin. Di çapemeniya civakî de heqeret li wan tên kirin. Ne tenê li Hîndîstanê li her derê wisa ye.”   Deepayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser kuştinên jinan û wiha daweî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiyeyê her roj jinek tê kuştin.  Li Hîndîstanê her roj jinek rastî tecawizê tê.  Atmosfera siyasî ya cîhanê populîst û netewpereste.  Baviksalarî tê berdewamkirin.  Divê em li bende pêngavên mezin nemînin. Divê em ji xwe dest pê bikin."   Gîzem Demîr/Melek Ozman*   Nûçegîhanên Nobedar yên JinNews’ê   Di 20’ê cotmehê roja înê li Stenbolê em bi Deepa Mehtayê re hatin cem hev.  Wê sibehê hişê me li ser hevalên me yên hatibûn binçavkirin bû. Jinên ne di navbera me, piştî hêviyên me yên me ji bo siberojan hêvî kir, dema em van hevokan dinivîsin du hevalên me yên di bin çavan de hatin berdan. Em hêvî dikin ku  dema ev hevok bên xwendin hemû hevalên me yên di bin çavan de û girtî bên berdan. Cihê tu hevalên me tije nabe lê em li vir in, piştevaniya me heye. Me got her hewce be em nûçegîhan in. Nûçe emin, em ê nûçeyan çêbikin û hevdîtinan bikin.   Deepa Mehta kî ye?   Li Hîndîstanê hat dinê. Ji Zanîngeha Yenî Delhî beşa felsefeyê qedand. Bi nivîsandina senaryoyên fîlmên ji bo zarokan dest bi sînemayê kir. Piştî Agir li Hînstanê hat nîşandan şûnde, salonên sînemayê hatin şewitandin, piştî êrîş û tehdîdên mirinê çû Kandayê.  Agir, Av û Ax li Kandayê temam kir. Di 1996’and e şîrketa çêkir ava kir û li Kanadayê dijî.  Sînor da zorê û çêkirina sînemaya femînîst berdewam dike.