Dîlek bi hilberîna xwe jiyanê dide keviran 2017-10-22 09:18:40 Fîlîz Zeyrek EDENE- Dîlek Akar ya ji kevirên ji ber perava golê kom dike hilberîna hunerî diafrîne, hem aboriya xwe ava dike û hem jî hêza hilberîner ya afrîner a jinê nîşanî her kesî dide.   Dîlek Akar li navçeya Yuregîr a Edeneyê li Bazara Taxê ya Kenan Evren ku hefteyê du rojan ji bo jinan hatiye tahsîskirin, bi kevirên ji ber perava golê kom kiriye debara xwe dike. Dîlek li ser keviran fîgurên cuda xêz dike û  diyar dike ku ji ber bi destê xwe teşeyê dide keviran kêfxweşe.   Dîlekê daxuyakirin ku wê bi xwe ev hîn kiriye û wiha got: “Ev kar gelek kedê dixwaze. Piranî li ber peravan eleqeyê dibîne.  Mixabin li Edenê zêde kes  zêde eleqeyê nîşan nade. Ez wek hezkiriya hunerê, gelek xemgînim ku li Tirkiyeyê eleqe nîşanê hunerê nayê dayîn.”   Dîlekê destnîşan kir ku ev saleke vî karî dike û got jin li bazarê di nav piştevaniyê de ne û got kevirên ku rengê wan zindî ne hildibijêre û got: “Ez sîparîşên taybet digirim.  Ji ser çapemeniya civakî jî sîparîşan digirim. Ez bi vê debara xwe dikim. Divê hemû jin alternatîfên xwe ava bikin.  Hedefa min eve ku ez karê xwe pêş bixînim.”