Ji Weşanên Aramê 5 pirtûkên nû 2017-10-19 09:05:19 STENBOL- Ji Weşanên Aramê 5 pirtûkên nû derketin. Di nav pirtûkan de  pirtûka Nikki Van Der Gaag ya hatiye wergerkirin a bi navê Feminism&Men (Femînîzm û Mêr) jî heye. Weşanên Aramê ku sîmgeya kevneşopiya weşangeriya bi kok e, bi armanca jiyana çand û huner a Kurd di asta neteweyî û gerdunî de pêş bixîne, dewlemend bike, mîrateya çandî bigihîne nifşê pêşerojê 5 pirtûkên nû derxist.  Ji roja hatiye avakirin heta niha ji siyasetê heta aboriyê, ji mîtolojiyê heta dîrokê û felsefeyê gelek pirtûk derxist. Pirtûkên wê yên nû jî di rojên pêş de wê li pirtûkxaneyan cihê xwe bigire.   Femînîzm&Mêr   Ji van pirtûkan Femînîzm û Mêr ya aydê Nikki Van Der Gaage, ji aliyê weşanên Aramê ve wergera wê hat kirin û pêşkêşî xwendevanan hat kirin. Di venasîna pirtûkê de jî wiha tê gotin:Femînîzm cîhanê diguhere.  Jiyana jinê ji bingehê teşe dike.  Lê mêr? Hîna piraniya hêzê di ol, çapemenî, hikûmet û aboriyê de tên vehewandin.”   Dema hestiyariyên olî: Havîna dirêj   Pirtûka Metîn Aktaş ya bi navê ‘Havîna Dirêj’ jî di nav pirtûkên nû de ye.    Ji bo hezkiriyê helbestê: Masum Saat   Pirtûka din jî aydê Îlhamî Sîdar e û navê wê Masum Saat e.  Ev pirtûk wê tehmeke cuda bi xwendevanan re bihêle.   Ji Kurdî: Kenên Hinekî   Di nav 5 pirtûkên ji weşanên Aramê derketiye ya Fehîm Işik a bi navê Kenên Hinekirî jî heye.   Ji bo kesên dawiya rê anîne: Rê   Pirtûka bi navê ‘Rê’ ya Burhan Evîz jî di nav pirtûkê derketine de cih digire.