Fusun Demîrel: Îdeolojiya desthilatdariyê di televîzyonê de ye 2017-10-14 09:08:57   Duygu Erol\ Habîbe Eren   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Fusun Demîrel ku ji du darbe û gelek zext û OHAL’a dawî re şahidî kiriye diyar kir ku civak niha di bin birînek giran de ye û got : “Di îdeolojiyên faşîst de destpêkê çand û huner tên qedexekirin. Di televîzyonan de di esasa îdeolojiya desthilatdariyê de  kar tên kirin. Emê li dijî zextan têbikoşin.”   Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde bi OHAL’ê re gelek kedkar hatin îxrackirin, surgunkirin û ji kar durxistin. Bi sedan sazî hatin girtin. Di qada şano û sînemayê de jî 6 lîstikvan û derhêner hatin îxrackirin. 17 heb jî hatin durxistin. Muzîkjen û koreografek jî dawî li karê wan anîn.   Lîstikvan Fusun Demîrel bandora OHAL’ê ya lis er çand û hunerê ji JINNEWS’ê re nirxand.  Fusunê da zanîn ku heta îro du darbe yên 12’ê Adar û 12’ê îlonê  û OHAL’a dawî dîtiye û got: “Di vê demê de hemû muxalîf ketin bin zextan.”   ‘Di îdeolojiyÊn faşîst de her tim çand û huner tên qedexekirin’   Fusunê daxuyakirin ku OHAL’a niha dema herî bi zext ya dawiye û got: “Di îdeolojiyên faşîst de di serî de çand û hunerê dikin bin zexan. Tên astengkirin û qedexekirin. Di darbeya 12’ê Adar û 12’ê îlonê de bi zextan hunermendan li girtîgehan dihatin îşkencekirin. Min şahidiya wan deman kiriye.”   Fusunê daxuyakirin ku niha civak di bin birîneke giran de derbas dibe. Fusunê ev tişt got: “Ez heta niha di gelek fîm û rêzefîlman de lîstim. Niha ez projeyên televîzyonan baş dişopînin.  Televîzyon amûreke baş ya mêjî dişopye.  Bi televîzyonan dikare mêjî bên şûştin.  Niha ev bi awayekî sîstematîk tê kirin.  Di rêzefîlmên îro de di esasa îdeolojiya desthilatdariyê de kar tên kirin.”