Ji Dengbêj Nefiseyê 22 kilam 2017-10-11 09:19:08   Pîroz Zirig   ŞIRNEX - Li navçeya Basa a Şirnexê, Nefîse Bagdan ya 65 salî  ji zarokatiya xwe de çanda dengbêjiyê ya ji dayika xwe hîn bûye, didomîne.  22 klamên aydê Nefîseyê hene.   Kevneşopiya dengbêjiyê wêjeya dev jî ya herî kevn a çanda kurd e û di heman demê de yek ji sembolên herî girîng a çanda Kurd e. Em tarzê jiyana civakê û kevneşopiyan bi klman hîn dikin.  Yek ji kesên ku vê kevneşopiyê nade jibiîrkirin Nefise Bagdan ya 65 salî ya ku li Basa ya Şirnexê dijiye.   ‘Dengbêj  jiyana civakê vedibêje’   Nefîseyê diyar kir ku ji biçûkantiya xwe de dengbêjî ji dayika xwe hîn bûye û wiha got: “Min di temenê biçûk de dest bi dengbêjiyê kir. Dayika min kilam digotin. Ez jî ji wê hîn bûm. Berê ceyran tinebû. Me êvaran di tariyê de agirê xwe pêdixist û kilamên xwe digotin.”   ‘Min her tim di nav malbatê de digot’   Nefîse ya ku bi kilam û lorînên dayika xwe mezin bû niha 22 kilamên wê hene. Nefîsê wiha berdewam kir: “Divê çanda kurd neyê jibîrkirin.  Min destpêkê kilamên xwe tenê di nav malbatê de digot.  Bavê min erbaneyek ji min re girt. Niha li ku derê qelebalixek hebe ez diçim çanda xwe didim jiyîn. Divê çanda kurd bê parastin. Ez bi erbaneya xwe kilaman dibêjim. Ji 13 saliya xwe de ye ez di dawetan de hunera xwe didomînim.”   Nefîseyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi salan dengbêjî kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî zewicîm jî min dest ji hunera xwe berneda. Kilamên min di nava demê de rengên êş û şer girtin.  Berê me di dawetan de li ser evînê digot.  Lê êdî li ser komkujiyane.”