‘Bi pêkanînek keyfî dest danîn ser pirtûkan’ 2017-10-08 09:06:21   DÊRSÎM-Xebatkara Pirtûkxaneya Baranê Sîbel Sana da zanîn ku di encama serdegirtinê de polîsan 30 pirtûk desteserkirine û got piştî OHAL’ê zextên li ser pirtûkxaneya Baranê zêde bûne. Sîbelê bi lêv kir ku li dijî zextan eleqeya gel a ji bo  pirtûkan ji zêdetir bûye.   Bi OHAL’ê re polîtîkayên zext û êrîşan zêde bûn û pirtûkxaneyan jî para xwe ji vê girtin. Bi taybet berhemên aîdê nivîskar û helbestkarên kurd û wêjeya kurdî tên qedexekirin û di pêvajoya dawî de pirtûkên ji weşanên Aramê tên derxistin tên îlegalîzekirin. Di hefteya borî de ekîba polîsan a ji 10 kesî pêk dihat bi ser Pirtûkxaneya Baranê ya li Dêrsîmê de ye girtin.  30 pirtûk hatin desteserkirin û hemû pirtûkên aîydê weşanên Aramê hatin berhevkirin.   Xebatkara Pirtûkxaneyê Sîbel Sana bi lêv kir ku bi OHAL’ê re gelek pirtûk qedexe hatine îlankirin û got pirtûkxaneya wan jî xistine bin zextê.   ‘Zext zêde bûn lê hejmara kiryaran jî zêde bû’   Sîbelê di berdewamiyê de destnîşan kir ku firotina pirtûkan li gorî beriya OHAL’ê gelek zêde bûye û wiha got: “Zext zêde bûn lê hejmara xwendevanan jî zêde bûye.”   ‘Pirtûk wê bigihêjin gel’   Sîbelê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi taybet pirtûkên aydê Weşanên Aramê di bin zextê de ne û tevî ku teblîgateke der barê qedexekirinê de tuneye jî bi pêkanînên kêfî pirtûk tên desteserkirin. Sîbelê ev tişt vegot: “Bi taybet pirtûkên Sakîne Cansiz, Abdullah Ocalan, pirtûkên jiyana gerîlayan vedibêjin girtin.  Lê ew pirtûk bi taybet hatibûn xwestin û me bi zehmetiyek mezin anîbûn.  Di destê me de pirtûkên Weşanên Aramê neman.  Ev pirtûk pirtûkê di lîsteya nû de bûn. Mînak Dema Tûreşkê 1 û 2 hebû. Weşanên Aramê tevî qedexeyan wê pirtûkên xwe bigihîne gel.”